Bi wêne.. Mela Bextiyar li Amed: Deng bidin HDP`ê

kurdistani 10:44 AM - 2015-06-06
Mela Bextiyar ji Kurdên Bakûr xwest ku deng bidin HDP`ê

Mela Bextiyar ji Kurdên Bakûr xwest ku deng bidin HDP`ê

Berpirsê desteya kargêrî yê mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar li Amedê daxwaza azadkirina Ocalan kir.
Duh roja înê 5/6/2015 Mela Bextiyar, berpirsê desteya kargêrî yê mekteba siyasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Amedê li Bakûrê Kurdistanê beşdarî di ahenga alîgirên HDP kir û di gotara xwe de ji Kurdên Bakûr xwest ku deng bidin HDP`ê.

Di gotara xwe de Mela Bextiyar rêz û silavên serok Mam Celal gîhande kurdên bakûr û bi navê serok Mam Celal û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û hizb û aliyên siyasî û serkirdeyên başûrê Kurdistanê daxwaz li kurdên bakûr kir ku deng bidin HDP`ê û hêviya xwe anî ziman ku HDP bi serkeve.

Heval Mela Bextiyar li pêşiya alîgir û hezkiriyên HDP li Amedê çendîn car daxwaza azadkirina rêberê zîndankirî yê PKK Abdulah Ocalan kir.
Li dawiya gotara xwe de hêvî xwest ku HDP zortirîn deng di hilbijartinên parlemanî yên Tirkiyê bi des bixwe.

PUKmedia/W: Xoşnav Hisên

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket