Piştî teqînên li Amedê Demîrtaş hişyarî da

kurdistani 09:01 AM - 2015-06-06
Piştî teqînên li Amedê Demîrtaş hişyarî da

Piştî teqînên li Amedê Demîrtaş hişyarî da

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş piştî teqîna duh ya li bajarê Amedê ku têde 4 kes şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn bang li gel kir ku li ser navê HDP`e, bila ji vê saetê û şûn ve kes li kolanan nemîne. ewê li kolanan bimîne ne ji HDP`ê ye.

Demîrtaş diyar kir ku pêwîste tevî hemû êrîş û provokasyonan jî ew di 7'ê Hezîranê de li ser sindoqan bin.

Demîrtaş der barê mîtînga fînalê ya îro 6/6/2015 Şemiyê ya li Wanê agahî da û diyar kir ku ev mîtîng betal nebûye.

Selahedîn Demîrtaş ev bang li gel kir: "Xebata me ya asayî dewam dike. Atmosfereke panîkê nîne, li hemberî êrîşan em ê bi xurtî bisekinin. Ji aliyekî ve li Wanê, ji aliyê din ve jî li Stenbolê em ê banga HDP'ê dubare bikin. Gelê Wanê wê xwedî li vîna xwe derkeve. Pêwîstî pê nîne ku ti kes bikeve rewşeke panîkê. Guh nedin spekulasyonan. Jiyan û têkoşîn dewam dikin. Em ne gelekî bitirsin û bêdeng bibin e. Em ê vê li meydanan nîşan bidin."

Hêjayî gotinê ye ku duh 5/6/2015 di êrîşên bombeyî yên li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê de 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 350 kes birîndar bûne.

Ji aliyekî dinê ve jî biryare îro 6/6/2015 li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Başûrê Kurdistanê, wê saet di 13:00 de li Nûnertiya DBP'ê ya Hewlêrê, bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî mîtînga HDP'ê, civîneke çapemeniyê lidar bixin.

PUKmerdia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket