Nûnerên Yekîtî bo piştgîriya HDP gihîştin Amedê

kurdistani 08:48 AM - 2015-06-04
Nûnerên Yekîtî bo piştgîriya HDP gihîştin Amedê

Nûnerên Yekîtî bo piştgîriya HDP gihîştin Amedê

Şandeka ku ji nûnerên fraksyona Yekîtî li parlemana Kurdistanê û encûmena nûneran ya Êraqê û encûmena parêzgehan pêk hatibû ji bo piştgîriya HDP di hilbijartinên Tirkiyê gihêştin bajarê Amedê.

Duh 3/6/2015 her yek li endamê parlemana Êraqê Newzad Resul, endamê parlemana Kurdistanê Dr. Izet Sabir û endamê encûmena parêzgeha Hewlêrê Niyaz Uzêrî li ser fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê berve bakûrê Kurdistanê ve birê ketin.

Ew serdana jî bi mebesta piştgîrîkirina hevserokê HDP Selahedîn Demirtaş di hilbijartinên ku biryare roja 7/6/2015 li Tirkiyê birêve biçê ye, her weha jî bo beşdarîkirina di bangeşeya hilbijartinên wê partiyê bi baweriya ku Kurdên bakûrê beşekî giringin ji Kurdistana mezin.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket