Şêx Cengî: Pêşmerge û Dije Teror di rawestandina DAIŞê de bi serketin

kurdistani 04:06 PM - 2015-06-03
 Şêx Cengî: Pêşmerge û Dije Teror di rawestandina DAIŞê de bi serketin

Şêx Cengî: Pêşmerge û Dije Teror di rawestandina DAIŞê de bi serketin

Şêx Lahorî Şêx Cengî di hevpeyvîneke xwe ligel rojnameyekî yabanî got; Pêşmerge û Dije Teror di rawestandina DAIŞê de bi serketin.

Serokê Ajansa Zanyarî û Parastinê li Herêma Kurdistanê Şêx Lahorî Şêx Cengî ji Civaka Navnetewî daxwaz kir ku alîkarî û piştîvaniya hêzên Kurdî li yên şerê DAIŞê dikin bikin.

Her weha di hevpeyvîneke xwe ligel rojnameya Tokyo ya Yabanî Lahorî Şêx Cengî ragihand ku hêzên pêşmerge û yên Dije Terorê dikarîn li dijî berferehbûna DAIŞê bi serketina û rê lê bigrin û ziyaneke pir mezin û bi hêz lê dane.

Şêx Cengî di berdewmkirina axiftina xwe de got: Li pêş hêzên me, DAIŞ li pavekişandinê de berdewam e û hêzên me dikarîn derbeyên pir mezin û bi hêz li wan bidin û ziyanên mezin gihîştine rêzên wan.

Cengî dazanîn ku niha hejmareke pir mezin ji penaberan ber bi Herêma Kurdistanê hatine û nîştecîbûne ji ber ku rewşa ewlehî bi sedema dagîrkirina navçeyên wan ji aliyê çekdarên DAIŞ yên terorîst ve têkçûye û bi ketina Mûsilê re, bêhtir ji milyonek penaber hatine Kurdistanê û hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê dikarîn hejmareke terorîst bigrin di dema ku malbatên penaber diketin Kurdistanê û xwe bi wan re derbas fdikirin, lê hêzên ewlehiyê ew destgîr kirin.

Serokê Ajansa Zanyarî û Parastina Herêma Kurdistanê ji bo ew komên xewkirî yên rêxistina terorîst ya DAIŞê hişyarî da ku ew bi şev û roj dixebitin tako kesên nêzîkî wan terorîstan bişopînin û ew kesên ku destek didin bi terorîstan û dixwazin rewşa ewlehiya Herêma Kurdistanê binguhê hevdu bixwe, wê binçav bigrin.

Lahorî Şêx Cengî di hevpeyvîna xwe ya ligel rojnameya Tokyo ya Yabanî aşkire kir; Em li hemberî neyarekî ku armanca xwe mirine rawestîne, lewra jî, em bi hemû hêz û tiwaneya xwe hewil didin ku pêşketinên wan rawestînin û wan bi yekcarî ji holê rakin.

Ji ber wê yekê jî, Şêx Lahorî Şêx Cengî ji Civaka Navnetewî daxwaz kir ku dest bi çekdana hêzên Kurdî yên li dijî DAIŞê şer dikin bikin û got; Pêwîstiya me bi çekên pir û giran heye û bi taybetî hikûmeta federal a Êraqê jî, heya niha pêdewîstiyên leşkerî ji me re naşîne û pirsgirêka herî mezin ew e ku artêşa Êraqê gelek çekên giran û pêketî li şûn xwe bi cîh hîşt û niha jî terorîstên DAIŞê bi wan çekan şerê me dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket