Wêne.. Hêzên Parastina Cewherî 'HPC' li Rojavayê Kurdistanê

kurdistani 09:52 AM - 2015-06-03
Wêne.. Hêzên Parastina Cewherî li Rojavayê Kurdistanê

Wêne.. Hêzên Parastina Cewherî li Rojavayê Kurdistanê

li bajarê Girkê Legê ya ser bi kantona Cezîrê, Hêzên Parastina Cewherî (HPC) merasîmeke leşkerî bi tevlîbûna 500 endamên jin û mêr lidar xistin.

Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ji xelkê herêmê hatiye ava kirin ji bo parastin gund û bajar û bajarok û malên xwe bi xwe û ew 500 endam ji jin û mêran ji xelkê herêma Girkê Legê ji devera Aliya, Çilaxa û Rimêlan û gundewarên wê hatiye amadekirinê.

Piştî bi dawîhatina perwerdeya Hêzên Parastina Cewherî ku perwerde li ser şêwaza xweparastinê û bikaranîna çekan û perwrdeya fîzîkî bi merasîmekê hate ragihandinê.

Armanca HPC`ê ewe ku, li kêleka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ev hêz ji bo parastina xwe bi xwe û mal û ax û gundên xwe li hemberî êrişên terorîstan û ji bo jiyanek azad li rojava û nîşandana vîna gelê Kurd hatiye ava kirinê.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket