Kantona Efrînê li hemberî DAIŞê piştîvaniya xwe ji Azazê re nîşan da

kurdistani 03:04 PM - 2015-06-02
Kantona Efrînê li hemberî DAIŞê piştîvaniya xwe ji Azazê re nîşan da

Kantona Efrînê li hemberî DAIŞê piştîvaniya xwe ji Azazê re nîşan da

Kantona Efrînê li hemberî êriş û dagîrkirina DAIŞê ji Ezazê re, piştîvaniya xwe ji Azazê re nîşan da.

Piştî dagîrkirina Navçeya Soran ya Ezazê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, wezareta parastina Efrînê piştîvaniya xwe bi hemû awayekî ji bo Azazê nîşan da ku ewê nepejirînin ku bi esanî rêxistina terorîst bikeve nava bajarê Azazê.

Di wê barê de, wezîrê parastina kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm aşkire kir ku ew wek wezareta parastina Efrînê amade ne ku bi hemahengiyê digel Artêşa Azad ya li deverê Azazê li dijî gefên DAIŞê rawestin û berevaniyê li Azazê bikin.

Ebdo aşkire kir ku ew amade ne ku digel ketîbeyên Artêşa Azad  udeyeke operasyonê ava bikin û parastina deverên xwe bi hev du re bikin û rê li pêşveçûna dagîrkirina terorîstan bigrin.

Wezîrê Parastina Efrînê dibêje ku DAIŞ û rêjîma Esed herdu bi hev re Suriye dirûxîninh û bi hevbeşî dest bi têkdan û rûxandina vî welatî kirine û dibê ku em rê nedin wan tako neghêjin bi armancên xwe yên neyartiya pêkhatên Sûrî.

Di dawiya axiftina xwe digel kongireya Rojnamegeriyê aşkire kir ku Kantona Efrînê bi tevbayî hêza xwe amade ye ji bo parastin û berevanîkirina li Ezazê û ti carî wê rê nedin bi terorîstên DAIŞê tako Ezazê dagîr bikin û ji ber wê jî, ew hemahengiyê digel Artêşa Azad dikin tako bi yek rêzî û yek helwestî li dijî dagîrkirina Ezazê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve rawestin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket