Kobane: ``Rojava nexşeya siyasî guhert! ``
kurdistani 11:36 AM - 2015-06-02Kobane: ``Rojava nexşeya siyasî guhert! ``
Nûnerê rêxistina PYD li Ewropa Zuhat Kobanê di beşdariyek xwe de li ser telfizyona Skynews bi berferehî li ser rewşa siyasi ya Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir. Di van rojan de pêşketina şervanên kurd YPG û YPJ mora xwe li herêmê bi taybet û giştî li çapemeniya cîhanê xist. Bê goman ev pêşveçûna bi lez û serkefti di gelek qadande berhema berxwedan Kobanê ne! Pişti serkeftina kurda di kobanê de, şervanên kurd di qadên wek çiyayê Kizwan, Serê kani û nêzî Girê sipî û her wiha geleg dever ên din ên rojavayê welat, deskeftiyên be hempa li ser zemînê pêkanîn. Ji xwe a herî giring jî hev gihandina sinorê hersê kantonaneye. Ev zêdeyî salekî yê ku Rojava bi giştî, ji hêla tevgera tûndrew Daiş ve dorpêç buyê . Ev yekê jî di gelek hêlan de pêşketina li Rojava bi giştî û ya hersê Kantona bi taybetî xistibo dorpêçek giran de.
Li mehên dawî şervanên Kurd bi komkirina hêza xwe û danîna tektîka êrîşkirinê wek bingehek ji bo xwe, serkeftinek mezin di hemo qadan de pêk anîn. Vê yekê bi rêjeyî jî be ambargoya ser hersê kantona têk bir.
Nirxandina berpirsê rêxistina PYD li Ewrupa Zûhat Kobanê di kanala Skaynews a erebî de jî ev rastî pişt rast kir. Birêz Zûhat di gotinê xwe de gelek mijar anin ziman û diyar kir; YPG bi serkeftinên xwe yên di Kobanê de neqşeya siyasî a herêmê gohert. Herwiha xwe gihande asta kû bibe pirojeya Artêşek netewî ji Surya ya pêşerojê re. Her wiha li ser pirsa gelo Kurda zêdeyî 10 hezar ereb ji herêmên deshiladariya xwe koçber kirne? Birêz Zûhat Kobanê got; ev yek ne raste. Îro roj bi hezaran welatiyên ereb û netewên din cihê xwe di nava berxwedana dij Daeş'ê de digrin û koçberî herêmên Kurdan dibin. Ku ev yek rastba kesî li kêleka me cî ne digirt û şer ne dikir. Em bang li we û li tevahî çapemeniya cîhanê dikin kû derbasî Rojava bibe û rastiyê ji nêz ve bişopîne. Em bi her awayî garantiya ewlehiya wan didin. Her kesê ku derbasî rojava bibe emê ewlehiya wan hildin ser xwe.
Di dirêjahiya gotinên xwe de birêz Zûhat li ser mijara arîkariya hêzên nav netewî jî anî ziman û got; şervanên me bi îrada xwe xwe bi cîhanê dan qebûlkirin. Berî Kobanê me li serê kaniyê de bi tena xwe li ber xweda û me Cebht Alnûsra şikand. Lê kobanê ji bo me û tevahî hêzên pêşverû û azadîxwez bu sembola serkeftin û berxwedanê. Cihan giha wê baweriyê ku ancax bi hêzek wek a me dikarê terora Daiş û hevkarê wê tinê bike.
PUKmedia-PYDrojava
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19