Kanala ‘Gelî Kurdistan’ salekî din ya temenê xwe pîroz kir

kurdistani 12:40 PM - 2015-06-01
Kanala ‘Gelî Kurdistan’ salekî din ya temenê xwe pîroz kir

Kanala ‘Gelî Kurdistan’ salekî din ya temenê xwe pîroz kir

Hevdem li gel pêxistina mûma 40`emîna Yekîtiya me... bi boneya pêxistina mûmekî dinê ji temenê kanala asmanî ya ‘Gelî Kurdistan’, em pîrozbahî li birêvebir û encûmena birêveberiyê û hemû kadiran û karmendên ew kanala xweşewîst dikin, di ronakkirina rêrewa ragihandina Kurdî de jî em hêviya serkeftinê bo wan dixwazin.

Di çend salên borî di sala 2008`an de kanala asmanî ‘Gelî Kurdistan’ karî bi awayekî jêhatî û bi pişt girêdan bi etîkêta rojnamevanî û rêzgirtin li hîmayên karê ragihandinê erkên xwe cî bi cî bike û bi ser hemû ew dûrketina ji etîkêta mîdyayî derbas bibe û bibê mêvanekî rih sivik li malên kurdistanê de.

Rastbêjî ku hîma karê ragihandinê ye hertim di wê kanalê de rengê xwe daye û tê cîbicî kirinê bi awayekî kanala asmanî ya ‘Gelî Kurdistan’ bûye wêstgehek û çavkaniya piraniya kanalên din ên ragihandinê, bi hêviya berdewambûna we li ser ew rêç û hîma girin in.

Dubare pîrozbahî ew yada we li we dikin û hêvîdarin berdewam bin di nûbûnê de û pêşxistina mîdyeya Kurdî.

Karwan Enwer
Sernivîserê malpera PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket