Kobanê, Cezîr û Efrînê salvegera YNK pîroz kirin

kurdistani 10:44 AM - 2015-06-01
Kobanê, Cezîr û Efrînê salvegera YNK pîroz kirin

Kobanê, Cezîr û Efrînê salvegera YNK pîroz kirin

Kordînasyona Meclîsên Rêveber a sê kantonên Rojava-Sûriyê (Cizîr, Kobanê û Efrînê) bi daxuyaniyekê 40’emîn salvegera damezirandina Partiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) bi daxuyaniyekê pîroz kir. Daxuyanî wiha ye:

“Hevalê berxwedêr Mam Celal Telebanî, Hemû endamên Buroya siyasî û Komîteya navendî yên YNK’ê; hevalên me yên xebatkar û endamên YNK’ê;

Em salvegera damezirandina partiya we pîroz dikin. Partiya we ku di 1’ê hizêranê de hate dameziranin ev 40 sal in  bi armancên mirovî û niştimanî dixebite ji bo ku bingeha rêveberiyeke kurdî li Îraqê saz bike. Salvegera 40’emîn a partiya we rastî demeke wisa hatiye ku di herêmê de guhertinên mezin çêdibin. Gelê me yê Rojava jî di vê qonaxa hesas de ji YNK’ê û hêzên din ên Kurdistanî hêvî dike ku gotin û hêzên xwe bikin yek, ji bo avakirina jiyaneke hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de, yekîtiyê xurt bikin û pêşerojeke bi ronî ava bikin.
Bi vê munasebetê em şîfayê ji birêz Mam Celal re dixwazin û em ji endam û cemawerên YNK’ê re serkeftinê dixwazin.”

Kordînasyona Meclîsên Rêveber a sê kantonên Rojava-Sûriyê (Cizîr, Kobanê û Efrînê)

PUKmedia

 

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket