DAIŞ, 500 zarok revandine

kurdistani 11:12 AM - 2015-05-31
DAIŞ, 500 zarok direvîne

DAIŞ, 500 zarok direvîne

Berpirsên herdu parêzgeha Diyale û Enbarê aşkira dikin ku terorîstên DAIŞ zêdetir li 500 zarokên wan revandine ku temenê wan di navbera 12 – 15 salî de û çarenivîsa wan jî nediyare.

Endamê encûmena parêzgeha Enbarê Ferhan Mihemed di vê derbarê de ragihandiye: Heftiyek berya niha terorîstên DAIŞ li çend bajar û bajarokên sînorê parêzgeha Enbarê li navçeyên (Ritbe, Qaim, Ana û Riwa) zêdetir li 400 zarok revandine.

Diyar jî kir ku li gor zanyariyan ew zarok berve navçeyên dinê yên li jêr destê DAIŞ û çend navçeyekî Sûriyê bi mebesta karê terorîstî ew birine û heya niha çarenivîsa wan nediyare.

Ji aliyekî dinê ve efserê bilind li hêzên polîsê Diyale Qasim Se`dî ragihandiye ku: Li sînorê parêzgeha Diyal, DAIŞ zêdetir li 100 zarok di temenê 12-15 salî revandine û li gor zanyariyên me ew di karên terorîstî de hatine bikar anînê.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket