Şervanan çend navçeyekî Girê Sipî kontrol kirin

kurdistani 09:14 AM - 2015-05-31
Şervanan çend navçeyekî Girê Sipî kontrol kirin

Şervanan çend navçeyekî Girê Sipî kontrol kirin

Şervanên YPG/YPJ û Cebhet Ekrad tevî ketîbeya Şems Eê-Şemal berdewamin di operasyonên xwe de û berve qeza Girê Sipî û çend gundekî dinê ji terorîstên DAIŞ`ê paqij dikin.

Jêderekê serbazî yê YPG ê bilind ji PUKmedia`yê re ragihand: Duh 30/5/2015 herdu gundê Huriyê û Ehmediyê a ser bi qeza Girê Sipî bi temamî ji terorîstên DAIŞ hatine pakirinê û zêdetir li 20 terorîstên DAIŞ hatine kuştin.

Ji aliyekî dinê ve fermandarê hêzên YPG Heqî Kobanî ji PUKmedia`yê re ragihand: Amadekariyên bo encamdana operasyonekî mezin bo paqijkirina tevahiya qeza Girê sipî (Til Ebyedê) berdewamin û çend hêzek ji erebên navçeyê jî hatine dirustkirinê daku bikarin rola xwe bilîzin di wê êrişa li ser DAIŞ`ê de.

Her weha yek ji fermandeyên bilind ên YPG`ê Polat Can libarê berdewamiya berxwedana Kobanê û operasyona pakkirina gundên sînorê KJobanê de ragihand û got: Îro her yek ji gundên Ciqurîrojhilat û Ciqurî rojava , Misîla û Derb, Cirud û Boz Hemo bi temamî ji DAIŞ hatine paqij kirin û operasyon jî berdewamin.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket