Qamişlo: Du peymangehên zanistî tên vekirin

kurdistani 10:04 AM - 2015-05-30
Qamişlo: Du peymangehên zanistî tên vekirin

Qamişlo: Du peymangehên zanistî tên vekirin

Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) amadekariya vekirina du peymangehên zanistên perwerdehiyê li bajarê Qamişlo dike.

Di çarçoveya kar û xebatên perwerdehiyê de û ji bo pêşxistina perwerdeyê, Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) amadekariya vekirina du peymangehên zanistên perwerdehiyê li bajarê Qamişlo dike. Peymangehek dê li beşê rojava yê bajêr û yê din jî li beşê rojhilat ê bajêr werin vekirin.

Hate diyarkirin ku deriyê herdu peymangehan li pêşiya hemû kesên dixwazin beşdar bibin vekirî ye. Perwerdeya di van peymangehan de jî dê 6 mehan bidome û dê mamoteyên di hemû beşan de amade bike.

TZP’ê ji bo şagirt navên xwe qeyd bikin navendên qeydkirinê diyar kirin û qeydkirin dê ji 1’ê hizêranê ve saet di 17.00 heta 19.00’an de dest pê bike.

Li gorî TZP’ê navendên hatine diyarkirin ev in: “Dibistana Seqir Qureyş a taxa Hilêliyê, Dibistana Şerîf El-Riza ya taxa Xerbî, Dibistana Hisên Ebdullah a taxa Kornîş, Dibistana Selaheddîn a taxa Qudorbeg, Dibistana Îbrahîm Henano ya taxa Qenatsiwês, Dibitana Gubawiyê ya gundê Gurbawiyê, Dibistana Zimanê Kurdî ya gundê Hîmo û Navenda TZP’ê ya bajarê Qamişlo.”

Tê zanîn ku Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya TZP’ê di 11’ê nîsanê de jî li bajarê Dêrikê peymangeheke zanistên perwerdehiyê û yeka din jî li bajarê Serêkaniyê di 10’ê gulanê de vekirin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket