Li Cezîrê şervanan 13 gund rizgar kirinê

kurdistani 10:28 AM - 2015-05-29
Li Cezîrê şervanan 13 gund rizgar kirinê

Li Cezîrê şervanan 13 gund rizgar kirinê

Şervanên YPG’ê operasyona paqijkirina herêma Serêkaniyê didomînin û ji duh heya niha 13 gundên herêma Serêkaniyê ji terorîstên DAIŞ rizgar kirin û 148 terorîst jî kuştine.

Navenda ragihandina YPG bi daxuyaniykê ragihandiye ku şervanên YPG/YPJ şeva borî 11 gundên ser bi bajaroka Mebrûka ji çeteyên DAIŞ`ê paqijkirine û îro ji serê sibehê ve jî 2 gundên dinê rizgar kirine.
 
li gor daxuyaniya YPG di van 3 rojên dawî de 148 çete hatine kuştin û 53 termê çeteyan jî ketiye destê hêzên YPG`ê.

Her weha ji bilî tangek, 2 panzer, 1 hawana 82 mm, 1 hawana 60 mm, 2 doçka 23,5 mm, 3 doçka 14,5 mm, 2 doçka 12,5 mm, 30 kleş, 5 BKC, 5 roketavêja B7, gelek cebxane ketine destê şervanan û operasyon hîna berdewame.

Ji aliyekî dinê ve di pêngava rizgarkirina gundên Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şervanên YPG/YPJ’ê  piştî eniyên rojava û başûrê Kobanê li eniya rojhilat jî di milekê de gihîştin sînorên beriya êrîşên çeteyan ên 15’ê îlona 2014’an. Lê ji ber ku eniya rojhilat nêzî 45 kîlometreyan fireh e, operasyon hîn didomin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket