Şengal: Pêşmerge êrişeke DAIŞ şikand

kurdistani 11:49 AM - 2015-05-28
Şengal: Pêşmerge êrişeke DAIŞ şikand

Şengal: Pêşmerge êrişeke DAIŞ şikand

Îro 28/5/2015 danê sibehê êrişeke terorîstên DAIŞ bo ser hêzên pêşmerge hate şikandin û 12 terorîstên DAIŞ hatin kuştin.

Jêderekê pêbawer ji hêzên pêşmerge ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro pêncşeme danê sibehê terorîstên DAIŞ li nava bajarê Şengalê êrişî çeperên hêzên pêşmergeyan kirin lê belê bi tundî ji aliyê pêşmergan ve bersiva êrişê dan û ew êriş şikandin.

Wê jêderê got: Di wê şer û pevçûnê de zêdetir li 12 terorîstên DAIŞ hetin kuştin û hejmarek dinê jî birîndar bûne. Tu ziyanek jî negihêştiye hêzên pêşmerge.

Heman jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku di heman demê de balafirên şer ên hevpeymanan bombardumana baregehên terorîstên DAIŞ li heman navçeyê kirin.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket