Wezîrê herbê yê DAIŞ`ê hate kuştin

kurdistani 12:33 PM - 2015-05-27
Wezîrê şer ê DAIŞ`ê hate kuştin

Wezîrê şer ê DAIŞ`ê hate kuştin

Wezareta Berevanî ya Êraq`ê di danezanekê de bo raya giştî ragihand ku, di hêrişeke esmanî de Wezîrê herbê yê rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê digel çend çekdarên din hatin kuştin.

Beriya kêliyekê Wezareta Berevaniya Êraq`ê di danezanekê de ragihand ku, firokên cengî yên Hêzên Esmanî hêriş kirin ser binkeyek serbazî ya peywendiyên rêxistina DAIŞ`ê li Rojavayê Qezaya Ducêl ya ser bi parêzgeha Selahedîn`ê û di encam de 17 çekdarên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Her weha aşkere kir ku, di wê hêrişa esmanî de Wezîrê herbê yê rêxistina terorîst DAIŞ`ê jî hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniya Êraq`ê ragihand ku, ew Wezîrê herbê yê rêxistina DAIŞ`ê hatiye kuştin di serdema Serokê berê yê jinavçûyî Sedam Husên de efserekî bi pileya Lîwa bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket