YPG`ê 35 welatî ji destê DAIŞ rizgar kirin

kurdistani 01:55 PM - 2015-05-25
YPG`ê 35 welatî ji destê DAIŞ rizgar kirin

YPG`ê 35 welatî ji destê DAIŞ rizgar kirin

Li başûrê rojavayê Serêkaniyê, terorîstên DAIŞ ji bo girtina gundê Ebo Şêxat êriş kirin lê belê ji aliyê şervanan ve hate şikandin  35 welatî jî ji destê terorîstan rizgar kirin.

Çalakvanê siyasî li Rojavayê Kurdistanê Komas Şahbazî ji PUKmedia`yê re ragihand: Terorîstên DAIŞ bi rêya otombêleka bombebarkirî êriş kirin ser gundê Ebo Celud a li başûrê rojavayê Serêkaniyê lê belê rastî bersiva tund a şervanên YPG/YPJ`ê hatin û hejmarek terorrîst hatin kuştin û piştre paşve kişiyan.

Şahbazî got: Piştî ku duh Yekîneyên Parastina Gel  gundê Ebo Şêxat rizgar kirin karîn 35 welatiyan ji azad bikin, carekî dinê terorîstan xwestin bi êrişên xwekujî bikevin nava gund lê belê êrişa terorîstan hate şikandinê.

Ew çalakvanê siyasî da zanîn ku di operasyona rizgarkirina ggundê Ebo Şêxatê de 2 şervan şehîd bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket