Li Şengalê 6 terorîstên DAIŞ hatin kuştin

kurdistani 11:53 AM - 2015-05-25
Li Şengalê 6 terorîstên DAIŞ hatin kuştin

Li Şengalê 6 terorîstên DAIŞ hatin kuştin

Duh 24/5/2015 danê paş nîvro hêzên pêşmerge êrişa terorîstên DAIŞ`ê şikandin û 6 terorîst jî kuştin.

Jêderekê ji hêzên pêşmerge ji PUKmedia`yê re ragihand: Duh danê paş nîvro terorîstên DAIŞ li taxa Qelayê ya li naverasta qeza Şengalê êrişî hêzên pêşmerge kirin lê belê rastî bersiva tund a hêzên pêşmerge hatin.

Got jî. Şer û pevçûn nîv demjimêrê dirêj kir û di encamê de 6 terorîst hatin kuştin û 2 pêşmerge jî birîndar bûn.

Wê jêderê amaje bi wê yekê jî kir ku balafirên şer ên hevpeymanan li asmanê navçeyê amadebûn lê ji ber nêzîkiya terorîstan ji çeperên pêşmerge nekarî bombardumanê encam bida.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket