Pêşangeha zarokên Kobanê li Sûra Amed
kurdistani 09:22 AM - 2015-05-25Pêşangeha zarokên Kobanê li Sûra Amed
Li navenda çand û Hunerê ya Cegerxwîn pêşengehe ji derdora 100 tabloyan ku ji alî zarokên Kobanê hatine çêkirin vebû.
Pêşangeha zarokan bi beşdariya hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut û alîkara hevşaredar Naşide Buluttekin Can hate vekirin. Zarokên Kobanê yên ku perwerdeya xwe li mala perweredeyê ya Mehmet Ceren ya di bin banê şaredariya Sûrê de xebatên xwe dimeşîne, berdewam dikin di beşa wênesaziyê de ji alî mamoste Seywan Seyidiyan û hevjîna wî Rûnak Resûlpur ve hatin perwerdekirin.
Pêşangeh dê ji 22 heta 26 gulanê li salona pêşangehan a navenda çand û Hunerê ya Cegerxwîn berdewam dike.
zarokên malbatên me yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warê xwe bibûn û ji xwe li Amedê girtibûn, ji bo ev zarok bê perwerde nemînin ji alî mala perwerdeyê ya Mehmet Ceren hatin perwerdekirin.
Berê hejmara zarokên Kobanê derdora 120 kesan bû, lê piştî ku gelek ji wan zarokan bi malbatên xwe re vegeriyan Kobanê hê jî derdora 30 zarokî maye ku li vê navendê tên perwerdekirin.
Beriya niha jî van zarokan wêneyên xwe yên ku bandora şer li ser wan xuya dikir bi destên xwe yên biçûk çêkiribûn lê vê carê di encama perwerdekirina wan ji alî 2 mamosteyên ji Rojhilatê Kurdistanê ve hate berdewamkirin. Di encama perwerdekirina 5 mehan de ev pêşangah ji zarokan re hate vekirin. Zarokên ku wêneyên wan hêjayî pêşkêşkirinê hatin dîtin di vê pêşangehê de hatin pêşandan.
Balkêş bû di vê pêşangehê de ne wekî ya berê şer û pevçûn li pêş bûn lê vê carê bêtir çîrokên ku ji alî mamosteyan ve ji wan re hatibûn gotin mohra xwe li hemû tabloyan dabûn. Her wiha mirov dikarîbû li şûna tirsê di çavên wan zarokan de hêviyan bibîne.
PUKmedia/Rizoyê Xerzî
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19