Aşton Kartir: Xwesteka Artêşa Êraqê a şerê DAIŞ`ê tune ye

kurdistani 08:44 AM - 2015-05-25
Aşton Kartir: Artêşa Êraqê naxwaze şerê DAIŞ`ê bike

Aşton Kartir: Artêşa Êraqê naxwaze şerê DAIŞ`ê bike

Wezîrê berevaniya Emerîka ragihand ku artêşa Êraqê vîneke weha nîşan neda ku rûbirûyê rêxistina tundrew a DAIŞ bibe û rê li ber ketina bajarê Rumadî di destê wan de bigre.

Aşton Kartir, wezîrê berevaniya Emerîka di çavpêkeftinekê li gel CNN gotî: Ewê li Rumadî rûda derxist ku hêzên Êraqî xwesteka wan a şerkirinê tune ye.

Kartir got: Di şerê li dijî rêxistina DAIŞ de pirsgirêka me li gel vîna Êraqiyan de ye ku naxwazin berevanî li xwe bikin.

Piştî paşvekişîna hêzên ewlekariya Êraqê ji bajarêr, çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞ heftiya borî karîn bajarê Rumadî ku navenda parêzgeha Enbarê ye kontrol bikin û hejmarek zor ji çekên artêşa Êraqê yên pêşkeftî desteser bikin.

PUKmedia/CNN

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket