Derwazeya Welîd kete destê DAIŞ

kurdistani 02:05 PM - 2015-05-24
Derwazeya Welîd kete destê DAIŞ

Derwazeya Welîd kete destê DAIŞ

Rêxistina terorîstî ya DAIŞ îro yekşeme 24/5/2015 karî dest deyne ser derwazeya Welîd a navbera sînorê parêzgeha Enbar a Êraq û Sûriyê de.

Seroka lijneya derwazeyên sînorî li encûmena parêzgeha Enbarê suad Casim bi daxuyaniyekê ji PUKmedia`yê re ragihand: Kontrolkirina derwazeya Welîd ji aliyê DAIŞ ve hikûmeta federal jê berpirsyare.

Suad Casim got: Encûmena parêzgeha Enbarê pêştir gelek caran hikûmeta federal a Êraqê ji tirsa ketina derwazeya Welîd a li rojavayê Rumadiyê di destê DAIŞ de hişyar kiribû ku hêzên ewlekariyê têrê nakin ku derwazeyê û fermanberên wê biparêzin.

Seroka lijneya derwazeya sînorî da zanîn û got: Berya 2 rojan fermanberên derwazeyê hatin kişandin û îro roja yekşemê jî hêzên ewlekariyê ji derwazeya Tirîbîl a li ser sînorê Urdinê vekişiyan û piştî çend demjimêr ji paşve kişandinê çekdarên DAIŞ karîn derwazeyê kontrol bikin.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistina DAIŞ roja înê dest danîbû ser derwazeya Tinif ya sînorê sûriyê li gel Êrasqê ya li hemberî derwazeya welîd a parêzgeha Enbarê piştî ku hêzên artêşa sûriyê jê vekişyabûn.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket