Waşinton 1000 çekên (AT4) dide Êraqê

kurdistani 12:14 PM - 2015-05-21
Waşinton 1000 çekên (AT4) dê bide Êraqê

Waşinton 1000 çekên (AT4) dê bide Êraqê

Berpirsekî bilind li wezareta derve yê Emerîkayê ragihand ku Wîlayetên Yekbuyî ya Emerîka bi niyaze 1000 çekên li dijî tangan di meha hezîranê de radestî Êraqê bike daku bikarin li dijî teqînên rêxistina terorîstî ya DAIŞ yên xwekujî rawestin.

Berpirsê ku nexwestiye navê xwe aşkira bike got: rêxistina terorîstî ya DAIŞ 30 teqînên xwekujî bi otombêlên bombekirî ji bo girtina Rumadî pêk aniye û 10 ji wan otombêlên bombekirî weku qebareya ew otombêla bombarkirî ku 168 kes li bajarê Oklahomayê di sala 1995`an kuştibûnê ye.

Wî berpirsî ji rojnamevanan re ragihand ku:  Emerîkaa biryar da ku Êraqê bi çekên li dijî tangan (Anti Tank) pirçek bike. Eve piştî ku serokwezîrê Êraqê di meha nîsana borî de serdana Waşintonê kiribû hatiye.

Berpirsê Emerîkî dupat kir ku Emerîka bi niyaze 1000 çekên (AT4) ên li ser milan tên bikar anîn di destpêka meha hezîranê de radestî Êraqê bike.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket