Îro, 15ê gulanê Roja Zimanê Kurdî ye... Konê Reş

kurdistani 11:47 AM - 2015-05-17
Konê Reş

Konê Reş

(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê  mader ji bo her miletî  êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare  xwe ji miletekî bihesibîne  divêt bi kêrî wî bêt..).

Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Şam/1942.

15 gulanê, ev roja ku yekemîn car kovara HAWARê li Şamê ji rex mîr Celadet Bedirxan ve hatiye weşandin û di nav Kurdan de hatiye belavkirin.

Vejandina vê rojê, ku keç û xortên me yên ku dûrî zimanê dayika xwe ketine li zimanê xwe vegerin, bi zimanê xwe biaxifin, bixwînin û binivîsinin.. Jixwe zargotina me, ya ku bav û bapîrên me, di nav çerx û dewranên salan de afirandine û li pey xwe hiştine û roja îro gelek jê li ser zardevê kalemêr û pîrejina ye bidin hev.. Ew zargotina ku li hêviya komkirin û nivîsandinê ye.. Di baweriya min de her ku kalemêrek an pîrejinek ji wan dimire, pirtûkxaneyek me pêre tê şewitandin..

Werin, em vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar bikin ku, her sal di wek vê rojê de, Xwediyê HAWARê mîr Celadet Bedirxan bibîr bînin..

Konê Reş, Qamişlo, 15.05.2015

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket