Koşka Sipî: Emerîka bi lez hevkariyên serbazî dide Êraqê

kurdistani 10:05 AM - 2015-05-16
Koşka Sipî: Emerîka bi lez hevkariyên serbazî dide Êraqê

Koşka Sipî: Emerîka bi lez hevkariyên serbazî dide Êraqê

Emerîka hevkariyên serbazî dide hêzên Êraqî ku di nava wan de çekên giran û pêşkeftî jî heye.

Ajansa Reutersê belav kiriye ku cîgirê serokê emerîka Joe Biden ji serokwezîrê Êraqê Heyder Ebadî re ragihandiye ku, êrişên vê dawiyê ên rêxistina terorîstî DAIŞ`ê li ser bajarê Rumadî metirsîdarin û di vê derbarê de wîlayetên yekbuyî ya Emerîka wê bi lez hevkariyên sewrbazî pêşkêşî hêzên serbazî yê Êraqê bike.

Her di beyannameya koşka sipî de jî hatiye ragihandin ku di hevkariyên serbazî bo hêzên ewlekariya Êraqê de moşekên cura AT4 jî  ku ev moşek li dijî ew otombêlên bombarkirî ku ji aliyê terorîstên DAIŞ ve li dijî hêzên ewlekariyê yên Êraqê tên bikaranîn jî hene.

PUKmedia/Reuters

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket