15’ê Gulanê û wateya ziman

kurdistani 10:16 AM - 2015-05-15
15’ê Gulanê û wateya ziman

15’ê Gulanê û wateya ziman

15 Gulanê cejna zimanê kurdî ye. Zimanê zikmakî; parçeyek jiyan û çanda mîrov e. Parastin û geşbûna ziman, di her qada jiyanê de, bi taybetî jî di qada perwerdeyê de bi bikaranîna ziman pêkan e

15 Gulanê cejna zimanê Kurdî ye. Rewşenbîr, zimanzan û siyasetmedar Celaddet Alî Bedirxan piştî şerê cihana 1 mîn rewşa Kurdistana parçebûyî didît û siyaseta serdestan a qirker û tunekar nêz ve dişopand, di vê çavdêriya xwe de xetereya li ser dihatûya zimanê kurdî dît lewre di 15 Gulana 1932’yan de ji bo zimanê kurdî “Hewar”ek da destpêkirin. 15 Gulanê di heman demî de salvegera roja destpêka pêngava dîrokî “Hewar”a Celaddet Bedirxan e. Ji bo ku bangewazî an jî Hewara Celaddet bê fêmkirin hewceye wate û girîngiya ziman a ji bo kes û civakê bê fêmkirin.

Heke ev wate û girîngiya ziman bê fêmkirin dê sedemên dijwariyên polîtakayên serdestan yên di derbarê ziman û çanda kurdan de jî bên fêmkirin. Herwuha em bi van pirsan dikarin destpêbikin; Ziman çiye? Ji bo kes û civakê wateya zimanê zikmakî çiye? Zimanên ku li ser bejayî ya cîhane hene her yek ji bo ku ceribîn û kelepûrên netewa xwe yên hezarsalan bigihînin qirnê nû amûrên yekane û herî girîngin. Amûrê ku xwediyê vê rista girîng a dîrokiye zimanê zikmakî bi xwe ye.Lewre, mirov bêguman dikare bibêje ku kesayetî, hebûn û domdariya netewan bi girêdayiya xwedî derketin û paraztina zimanê zikmakî ye. Hebûna pir zimanan û cûreyên zimanan dewlemendîya xezîneyên ceribînên mîrovahî yên hezar sala ne. Zimanê zikmakî; ji bo geşbûn, zanebûn û jîrbûna mîrov gelek girînge.

Girîngiya zimanê zikmakî

Ziman, perçeyek jiyan û çanda mîrove. Di serîde, ji dayik, bav û ji xizmên nêz tê girtin.Dûre jî yên ku li der û dor pêre dikevin têkilîyê ji wan tê girtin û bi mirov re hînbûnek dide afirandin. Bi afirandina vê hînbûnê, bi mîrov re avabûna bingeha çanda civakê jî dest pê dike. Lewre, mirov dikare bibêje ku geşbûn û xurtbûna zimanê zikmakî di heman demî de neynika xurtbûn û pêşveçûna asta çanda mîrov û civakê ye. Piştî ku girêdayiya mirov a bi zimanê dayikê, girêdayiya ziman a bi çand, girêdayiya mirov a bi çanda zimanê zikmakî hat fêmkirin, em dikarin bibêjin ku ji bo herkesî zimanê sereke û yê jêneger zimanê zikmakî ye.

Raman û ziman

Zimanê me her çiqas bi sedan selan dibin her cureyên zext, zor û siyasetên qirker re rûbirû ma be jî çavkaniya, hêza me, afirînêriya me, berxwedêriya me, lêhengiya me, xweşdîtin û edaleta me zimanê me bi xwe ye.Bi kurtasi şaristaniya ku me xwedî dike, hêza xwe ji zimanê me yê qedîm digre. Ziman şaristanî, şaristanî ziman xwedî dike. Ev herdû di avabûna kesayet û raman a mirov/civak de xwediyê risteke gelek girîngin. Raman û ziman tu caran ji hevûdu cuda nabin û bêyî hevûdu nayên fikirîn. Ziman raman pêşve dibe, raman jî ziman pêşve dibe. Ev rasteqîneke zanistîye.Di xwezayê de destpêka avabûna şaristanîya mîrovahî ye bi têkilîya ziman û ramanê dest pêkirîye. Yê ku ramana wî tunebe zimanê wî, zimanê wî tunebe ramana wî tuneye. Ev jî bi me dide fêmkirin ku ji bo ku em bi karibin ramana xwe, aso ya xwe biparêzin û geşbikin, hewceye kû em teqez zimanê xwe bi parêzin û geşbikin. Civata ku zimanê wê jê hatibe stendin, di heman demî de, vîn, raman û asoya wê jî jê tê stendin.

Hebûna ziman û perwerdehî


Parastin û geşbûna ziman, di her qada jiyanê de, bi taybetî jî di qada perwerdehiyê de bikaranîna ziman pêkane.Zimanê ku di perwerdehiyê de neyê bikaranîn ji nûjeniyê û afîrênêriya peyvên nû mehrûm dimîne û nikarê hebûna xwe li hember ziman û çanda serdest demek dirêj bi parêze. Nikarê deme ke dirêj xwe ji helîn û hundebûnê xelas bike. Lewre, çewa ji bo hebûna civakê ziman jêneger e, ji bo hebûna ziman jî perwerdehi jênger e.

Em li zimanê xwe xwedî derkevin


Di rojhilata navîn de, ji zimanên herî kevnar û dewlemendan yek jî zimanê me yê qedîm û kevnar kurdî ye. Ji ber ku geşbûn û pêşketina ramana me bi zimanê me ve girêdayi ye, hewceye ku em bi her awayî dewlemendiya zimanê xwe derêxin holê, zimanê xwe bi dewlemendiya wê bikarbînin û geşbikin.Bi girîngiya wateya cejna zimanê kurdî, em li zimanê xwe xwedî derkevin. Em jibîrnekin ku heke zimanê me tune be, fikir û ramana me, aso ya me, çanda me, nasnameya me, tune ye. Heke zimanê me tune be wateya hebûna me tune ye. Lewre pêwira me ya herî pîroz hînbûn û hînkirina zimanê kurdî ye. 15 Gulanê cejna zimanê kurdî li we pîrozbe!

PUKmedia/MEHMET ŞAHÎN- Azadiya Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket