“Bexdad pabend nebe, emê nefta xwe bi xwe bifroşin”
kurdistani 12:39 PM - 2015-05-14“Bexdad pabend nebe, emê nefta xwe bi xwe bifroşin”
Hikûmeta herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi rêketina neftê bi hikûmeta bexadê re dupat kir û gef li wê yekê xwar ku eger Bexdad pabendî rêkeftinê nebe ewê rasterast nefta xwe bifroşe.
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongireyekî rojnamevanî de li gel serokê parlemana Kurdistanê de piştî civîna îro pêncşeme di navbera hikûmet û parlemanê de ragihand: Divê Bexdad bi rêkeftina neftê ve pabend be yan jî divê em biçin rêkeftinekî dinê.
Nêçîrvan Barzanî got: Eger Bexdad weku mişteriyê neftê miamelê li gel dike, çi pirsgirêka me tune ye lê divê em biçin rêkeftinekî nû li ser vê bîngehê. Teqez li wê yekê jî kir ku rêkeftina neftê bi bexdadê re li gor yasaya budceya sala 2015 bûye û pêwîste Bexdad pabendî wê be.
Der barê naveroka civîna hikûmet û paremanê jî Barzanî teqez kir ku civînê teqez kiriye ku diyaloga li gel Bexdadê berdewam bike bo gihêştina çareseriyekê bo vê qeyranê û got: Eger me lihev nekir wê demê dê rêyên dinê yên çareseriyê li pêşiya mebin û emê ci bi cî bikin û emê rasterast nefta xwe bifroşin bo dabînkirina xerciyên herêmaa Kurdistanê li gor yasaya 5 a sala 2013`an.
Nêçîrvan Barzanî aşkira kir ku parlemana Kurdistanê piştevaniya hikûmetê dike bo dabînkirina budceya herêma Kurdistanê û mûçeyên fermanberên wê.
Bal kişand ser wê yekê jî, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hikûmeta herêmê wê bi herdu wezîrên neftê û darayî ya hikûmeta federal re bicive û nakokiyên navbera Hewlêrê û Bexdadê gotûbêj bikin bo gihêştina çareseriyekê.
Nêçîrvanî Barzanî diyar kir ku wî bi wezîrê nefta hikûmeta Federal Adil Ebdulmehdî re civiyaye û jêre gotiye ku ew dikarin nefta xwe rasterast bifroşin bazarê û bi buhayekî zêdetir ji ewê ku hikûmeta federal ji Hewlêrê re dişîne.
Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê biryar nedaye ku çi şandan bişîne Bexdadê û teqez kir ku wê diyalog bi wezîrê neftê û darayî yê hikûmeta federal re bidomînin bo gihêştina çareseriyekê bo vê qeyranê.
Nêçîrvan Barzanî berdewam kir û got: Nakokiyên me bi Bexdadê re ji pirsa neftê û budceyê wêdetire ji ber ku pirsa pişka pêşmerge û cî bi cîkirina madeya 140 jî heye lê em niha dixwazin bighên çareseriya budce û neftê.
Ew yek jî aşkira kir, Nêçîrvan Barzanî got: Me Emerîka û nûnerên me ên Kurd li bexdadê jî agahdar kiriye ku Bexdad pabendî rêkeftinê nîne û jiber vê jî me dest bi zincîreyek civîn kiriye bo dîtina alternatîfên pêwîst.
Ji aliyê xwe ve jî serokê parlemana Kurdisstanê Yusif Mihemed jî ragihand: Hikûmeta Bexdadê bi qutkirina budceyê stemê li herêmê dike. Pêwîste hikûmeta herêmê dest bi hindek rêkarên dinê bike bo dabînkirina mûçeyê fermanberan.
PUKmedia/Taybet
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
10:10 PM - 2024-04-19
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Pêşxistina mûçeyên karmendan pêwîstî bi erêkirina Bexdayê heye
Kurdistan 12:03 PM - 2024-04-20