Serokomarê Êraq û Êranê teqez li ser xortkirina pêwendiyan kirine

kurdistani 10:59 AM - 2015-05-13
Serokomarê Êraq û Êranê teqez li ser xortkirina pêwendiyan kirine

Serokomarê Êraq û Êranê teqez li ser xortkirina pêwendiyan kirine

Îro 13/5/2015 Serokomarê Êraqê Dr. Fuad Masum û serokomarê Êranê Hesen Rohanî li gel hev civiyan û piştî civînê kongireyekî rojnamevanî lidar xistin û têde teqez li ser bihêzkirina pêwendiyên di navbera Êraq û Êranê de kirin.

Serokomarê Êraqê Dr. Fuad Masum ragihand ku bîr û buçûnên navbera herdu welatan de ên der barê bi hevkêşeyên siyasî ji hev nêzîkin û eve jî dibe sedema başbûna rewşa navbera her du aliyan de li navçeyê rêgirî li pêş destêwerdanê derve dikin.

Sebaret bi rewşa Sûriyê jî serokomarê Êraqê amaje bi wê yekê jî kir ku: Nabê rê bidin terorîstan ku dest deyne ser sûriyê , pêwîste her weku çawa Êraq berengariya terorê dike, divê li Sûriyê jî bi heman awayî be.

Der barê goftûgoyên navbera Êran û Rojava de jî Dr. Fuad Masum got: Nabê kes ji wê rêkeftinê bitirse, çûnkî ew rêkeftin di qazanca welatên navçeyê û alîgirên aştiyê li cîhanê de dibe.

Masum bal kişand ser rewşa Yemenê jî û got: Êraq ji destpêkê ve li dijî destêwerdana serbazî bûye li Yemenê û teqez li ser rêya çareya aştiyane û goftûgo di navbera hemû pêkhateyênn wî welatî kiriye. Çûnkî şer şerxê dixe nava civaka welatan.

Her di ew kongireya rojnamevanî de her du serokomaran behsa avakirina xeta trênê a hesinî di navbera Êran û Êraqê de kirine.

Hêjayî gotinê ye ku şeva borî 12-13/2015, Serokomarê Êraqê Dr. Fuad Masum bi hevalîniya şandeka bilind serdana welatê Êranê kiriye û biryare di wê serdanê de çav li berpirsên mezin ên wî welatî bikeve.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket