Mame Rîşeyê Kobanê: Me DAIŞ ceza kir

kurdistani 11:38 AM - 2015-05-11
Mame Rîşeyê Kobanê: Me DAIŞ ceza kir

Mame Rîşeyê Kobanê: Me DAIŞ ceza kir

Ji destpêka êrişên grupên terorîstî yê DAIŞ li ser bajarê Kobanê li nava bajêr ma û li dijî wê grupê şer kir, bi gotina hevalên wî ew 15 caran birîndar bûye, jiber rû û bejna wî û rihên wî yên dirêj jêre dibêjin Mame Rîşeyê Kobanê, lê belê ew bi xwe navê wî fermande Şivane ku pêştir gerîla bûye û şarezaye li hemû curên çekên deste.

Mame rîşeyê Kobanê der barê rewşa niha ya Kobanê ji PUKmedia`yê re got: Me soz dabû ku heya em ji ava Firatê venexun em ranawestin , eger tenê şehîdbûn rêgirî li me bike, niha erw xewne hatiye cî, pira Qereqozaqê di destê me de ye û me bidehan DAIŞ`î gîhandin cezayê wan.

Mame Rîşe dibêje: Kesî bawer nedikir ku Kobanê ji çengê reşperstên DAIŞ`ê rizgar bibe, lê belê îradeya mezin li pişta ew berxwedana mezin hebû, ewê ku bûbe sembola şoreşê û berxwedanê di vê demê de Kobanê ye.

Li barê jiyana xwe jî Mame Rîşeyê Kobanê dibêje: Ji destpêka berxwedana Kobanê û heya niha ez ranewestiyame û ez li tevahiya bereyên şer bûm û min fermandarî kir, çend hevalên  xweşewîst şehîdbûn û min bi destê xwe ew veşartin.

Cext li wê yekê jî dike û dibêje: Kobanê serkeftina mezin tomar kir û niha ewê ku li herêmê mabe tenê derkirina DAIŞ û paqijkirina axa pîroz a Rojavaye ji terorîstan û di demek nêzîk de ew jî bi dawî dibe û emê hemû pêkve jinûve Kobanê ava bikin.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket