Dr. Berhem Salih li gel serokê parlemana Êranê civiya

kurdistani 09:10 AM - 2015-05-11
Dr. Berhem Salih li gel serokê parlemana Êranê civiya

Dr. Berhem Salih li gel serokê parlemana Êranê civiya

Dr. Berhem Salih li gel serokê parlemana Îranê û hejmarek berpirsên bilind ê wî welatî rewşa Îraqê û navçeyê piştî şerê rêxistina DAIŞ û çend pirseke dinê goftûgo kirin.

cîgirê duyemê sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih ku di 2 rojên borî da bi serdaneke taybet li Êranê bûye li avahiya parlemana Êranê ji aliyê serokê parlemana Êranê  Dr. Elî Larîcanî ve hate pêşwazî kirinê.

Dr. Berhem Salih li Tehranê li gel cîgirê wezîrê derve yê Êranê yê karûbarê erebî û Efrîqyayê Hisên Emîr Ebdullehyan û hejmarek berpirsên bilind ên wî welatî civiya.

Bi gotina çavkaniyê di wan civînan de meseleya Êraqê û şerê rêxistina terorîstî ya DAIŞ û guherînên li navçeyê mijara goftûgoyan bûye.

Di wan hevdîtinan de behsa pêwendiyên herêma Kurdistanê û komara îslamî ya Êranê û rewşa Êraqê û navçeyê pêşeroja navçeyê û şerê DAIŞ hatiye kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket