Naveroka hevdîtina şanda PYD li gel De Misture li Cinêvê
kurdistani 08:46 AM - 2015-05-11Naveroka hevdîtina şanda PYD li gel De Misture li Cinêvê
Duh 10/5/2015 li bajarê Cinêv ya Siwîsrayê, hevserokê PYD Salih Muslim û berpirsê PYD li Ewropa Ebdulselam Mistefa û Nûnera Rêvebertiya Rojava li Ewropa Sînem Muhemed weke şandekî li ser navê Rojavayê Kurdistan digel Şanderê Netewên Yekbûy De Mistura re hevdîtin pêkanîn.
Berpirsê PYD yê Ewropa Ebdulselam Mistefa di hevpeyvînekê de digel Malpera Fermaî ya PYD derbarê civînê de got: Em hêvî dikiN ev Cinêv-3 bibe despêkeke çareseriyê ji bo tevahî Sûriyê, Ev niha amadekarî ji bo wê tên kirin, despêkê baş xuya dike ji ber kû De Mistura herkesî dibîne û li her kesî guhdar dike.
Mistefa eêkere kir ku, pejrandina gelê Kurd û beşdarbûna nûnertiya wê di van hevdîtinan de wê wateyê dide, ew berxwedana kû li Rojava bûyî li aliyê din ew siyaseta şaş ya berê hatî meşandin.
Mistefa got: De Misture û tîmên xwe li me guhdarî kirin, me jî li wan guhdarî kir, yanî ev hevdîtin bi xwe erêniye û em hêvî dikin kû wê encamên xwe yên baş hebin.
Mistefa diyar kir ku, ew hêvî dikin kû vê carê dê Kurd di pirojeya çareseriyê de hebin.
Mistefa derbarê nûnerên ENKS`ê di civînan de got: Hêviya me ewe kû em bi yek nûnertiyê beşdar bibin, lê heya niha kes ji wan têkilî bi mere ne daniye, tu hewildan ji aliyê wan ve çênebûye, lê ev nayê wê wateyê kû di demên pêş de çênebin, bê guman hevkariyeke me heye û baweriya me jî heye kû pêşketin di vî warî de çêbibin, me hêvî dikir kû vexwendina Kurdî ne weke PYD û Tev-Dem ba, me dixwest weke Lêvegera Siyasî ji aliyê NY ve vexwendin bihatan kirin, weha Rêvebertiya Xweseriya Demokratîk û hemû pêkaheteyên siyasî û yên civakî ji herêmê bi nûnertiyekî wê beşdar bûban, biryar ne bi destê meye, îro weha biryar dane lê demên pêş de em hêvî dikin kû di qadên navnetewî de em bi hevre werin vexwendin.
Misîtefa aşkere kir ku, çûna Berzanî bo Waşingoton`ê erêniye serdanek erêniye, lê em heta niha nizanin detayî wan hevdîtinan çine, lê Pirsa Kurdî giştî li ser masê bû di vî alî de xeberên me jî heye, heya eniya şer ya li hemberî DAIŞ`ê tev li ser masê bû, bê guman hevdîtinên Kurdan li kîderê dibin, li Ewropa dibin yan li Emrîka dibin ev wateya wê dide kû Kurd têne pesend kirin û ev tev ji bo berjewendiyên Kurdane.
Mistefa têkest kir ku, bê çareseriya pirsa Kurd li Rojava ti pirojeyên çareseriyê wê bi sernekevin, ji ber vê yekê jî îro welatên rojava li Kurdan dinêrin weke parçeykî çareseriyê ji bo pirsa Sûriye, berê hinekan hebûna Kurdan qebûl ne dikirin û niha gihiştina astekî kû bê wan jî çarewserî pêknayê, ev gaveke girînge.
Mistefa di dawiyê de got: Eve cara yekeme ku berpirsiyarê NY bi awayekî fermî nûnerên Kurdan pêşwazî dikin, ev bi xwe gaveke dîrokiye, em hêvî dikin kû em Kurd bi karibin vê gavê baş binirxînin, sûdwerbigirin û li ser ava bikin.
PUKmedia/Malpera PYD
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25