Li Efrînê çalakiyên cejna zimanê Kurdî

kurdistani 01:13 PM - 2015-05-10
Li Efrînê çalakiyên cejna zimanê Kurdî

Li Efrînê çalakiyên cejna zimanê Kurdî

Bi munasebeta nêzîkbûna 15’ê Gulanê  cejna zimanê kurdî li kantona Efrînê rêzeçalakî hate lidar xistin.

Li Efrînê ji 210 xwendekarên zimanê kurdî yên di peymangeha Viyan Emara de dexwînin ezmûn hatin lidarxistin. Ji van xwendekaran 120 xwendekarên asta yekem bûn û 60 xwendekarên asta duyem û 30 xwendekarên asta sêyemîn bûn.

Di 16’ Gulanê de xwendekarên encama ezmûna wan serkeftî dê bawernameyan werbigrin.

Di heman çarçoveyê de SZK’ê ya Efrînê semînerek bi beşdarbûna dehan mamosteyan lidar xist. Semîner ji aliyê Endama Rêveber a SZK ya Efrîn Roşîn Hemo ve hate dayîn. Di semînerê de Hemo, bal kişand ser qonasên zimanê kurdî têre derbas bûye û pêşketinên di dema şoreşa Rojava de anî ziman.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê jî Saziya Zimanê Kurdî birûşûr li nava welatiyan belav kir û wan vexwend ku tevlî şahiya ku dê 12’ê Gulanê bê lidarxistin bibin.

Şahiya ji bo 15’ê Gulanê dê 12’ê gulanê saet di 15.00’an de li parka ˮSerok APOˮ ya li başûrê navçeyê bê lidarxistin.

PUKmedia/Hawarnewse

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket