Li Kobanê mamosteyên ziman hatin xelatkirin

kurdistani 01:03 PM - 2015-05-10
Li Kobanê mamosteyên ziman hatin xelatkirin

Li Kobanê mamosteyên ziman hatin xelatkirin

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Herêma Kobanê bi boneya nêzîkbûna Cejna Zimanê Kurdî 2OO mamosteyên dibistanên Herêma Kobanê xelat kirin.

Bi armanca xelatdayînê li Navenda Ziman û Perwerdeyê ya Viyan Amara merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir û 200 mamoste tevlî bûn de Serokê Desteya Perwerdeyê Mihemed Nûrî û Mamostyê Zimanê Kurdî Aras Hiso axivîn.

Di axaftinan de cejna ziman li hemû mamosteyan hate pîrozkirin û li ser rola mamosteyan a di perwerdekirina şagirtan û avakirina nifşên nû hate rawestîn.

Piştî axaftinan ji aliyê mamosteyan ve helbest hatin xwendin û sitran hatin gotin. Di dawiya merasîmê de ji bo her mamosteyekê 20 hezar lîreyê Suriyê xelat hate dayîn.

Hate gotin ku dê 91 mamosteyên din jî bêne xelatkirin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket