YPG`ê; Serkeftinên Yekîneyên me li Kantona Cizîr û Kobanê didome
kurdistani 07:40 PM - 2015-05-09YPG`ê; Serkeftinên Yekîneyên me li Kantona Cizîr û Kobanê didome
Di belavokeke xwe de, navenda ragihandina Yekîneyên Parastina Gel derbarê şerê li kantona Kobanê û kantona Cizîrê de, aşkire dike ku encamên gelek bi sûd di şerê li dijî terorîstan bi destxistine û gelek gundên nûh jî rizgar û pakkirine û evê li xwerê naveroka wê belavokê ye;
Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
1. Tehdîda çeteyên DAIŞ'ê ya li ser sînorên Kantona Cizîrê û operasyona hêzên me ya li hember vê tehdîde dimeşinîn, berdewam dike.
Komên çeteyan doh êvarê êrîş birin li ser gundê Nusret a nizikî Hasekê ye û roja derbasbûyî ji aliye hêzên me ve hatibû rizgarkirin. Piştî pevçunên dijwar û sing bi sing, êrîşê çeteyan hat şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên di van pevçunan de nehat zelalkirin lê hêzên me li vir dest danîn li ser 6 termên çeteyan. Rêhevalekî me ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolek girîng dilîst, bi lehengî şer kir û gihişt şehadete.
Pevçunên doh sihare li gundên Aşra û Mecdel ên ku li heman herême ne destpêkir heta derengiye şevê berdewam kirin. Çeteyan çend caran hêzên tekwiye yên ku zedetire van ji biyaniyan pêk dihat şandin vê herême. Di van pevçunên zehf dijwar û sing bi sing de hêzen me derbên giran li çeteyan xistin. Qasî hat zelal kirin li gundê Aşra 22, li gundê Mecdel jî 10 çete hatin kuştin. 2 rêhevalê me yên di van pevçunan de bi moral û werekiyekî mezin şer dikirin gihiştin şehadete.
Hêzên me di seatên şevê de bi armanca standina gundê Mecdel êrîşêk lidarxistin. Di encam de hêzên me ev gund ji çeteyan paqijkirin. Di vê êrîşê de qasî hat zelalkirin 6 endame çeteyan hatin kuştin. hêzên me dest danîn li ser 2 BKC, 2 B7 roketavêj, 3 kleş û gellek cebilxaneya van çekan. Rêhevalekî me ku di rizgarkirina gund de rolek giring lîst û bi lehengî şer dikir gihiştiye şehadete.
Komên çeteyan şevê din êrîş birin li ser gundên Qeşqa û Hêla yên ku 6'ê Gulanê ji aliye hêzên me ve hatibû rizgarkirin. Di vê qadê de heta siharê pevçunên zehf dijwar rû da. Hêzên me li vir 2 maşîneya teqemenî di nava çeteyan de teqandin. Rixme ku êrîşê çeteyan pirr bi israr jî bû, hêzên me berxwedanek pirr mezin nîşan dan û hemû êrîşê çeteyan şikandin. Di van pevçunên dijwar de 2 rêhevale me yên ku bi lehengî şer kirin gihiştin şehadete.
Komên çeteyan şevê din li hember girê stratejîk a Til Boxa û gundê Firêsa yên ku dikevin 24 km başûrrojavayê Serêkaniyê êrîşek lidarxistin. Pevçunên di navbera hêzên me û komên çeteyên ku dixwastin girê Til Boxa dorpeç bikin de heta siharê berdewam kir. Piştî pevçunan hêzên me dorpeça li derdora gir şikandin û derbên giran li çeteyan xistin. Li vê qadê qasî hat zelalkirin 17 endame çeteyan hatin kuştin. Pevçunên li gundê Frêsa hîn jî berdewam dike.
2. Berxwedana Kobanê ya ku li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ'ê tên meşandin roja 236'emîn de berdewam dike.
Hêzên me şevê din li rojhilate Kobanê operasyonek lidarxistin. Di encama vê operasyone de, gundê Metîniye duyemîn ji aliye hêzên me ve hat rizgarkirin. Hêzên me di vê pevçune de 2 maşîneya bombebarkirî ya çeteyan jî di nava çeteyan de teqandin. Qasî hat zelalkirin li vê qadê 10 endame çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vir tevî 5 termên çeteyan dest danîn li ser 4 kleş û 800 fîşeke kleşan, 1 roketavêja B7, 1 BKC, 1 Bruno, maşîneyek leşkerî û hejmarek zêde amûrên leşkerî.
Şevê din komên çeteyan li başûr û başûrrojhilate Kobanê du êrîşên cûda lidarxistin. Êrîşên li hember gundê Ernê ya başûrê Kobanê, piştî pevçunên dijwar û direj hat şikandin. Li vê qadê qasî hat zelalkirin 7 endame çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vir dest danîn li ser 5 kleş, 1 BKC, 1 bêtel û hejmarek zêde amûrên leşkerî ya çeteyan.
Komên çeteyan derdore seat 03.00'an de li hember gundê Qilhaydê ya başûrrojhilate Kobanê jî êrîşek lidarxistin. Komên çeteyan li vê herême ketin 2 girê biçuk, lê piştî destwerdane hêzên me çeteyan ji van cihan hatin derxistin. Pevçunên li vê qadê hîn jî didome
3. Hêzên me şevê din li gundê Xîzêla ya ku dikeve başûre Til hemis, li hember komên çeteyan êrîşek lidarxistin. Di vê êrîşê de qasî hat zelal kirin 2 endame çeteyan hatin kuştin.
Têbînî; Ev daxuyaniya ji malpera YPGrojav hatiye wergirtin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19