Artêşa Êraqê bi çekên nû êrişî DAIŞ dike

kurdistani 10:46 AM - 2015-05-07
Artêşa Êraqê bi çekên nû êrişî DAIŞ dike

Artêşa Êraqê bi çekên nû êrişî DAIŞ dike

Piştî kontrolkirina beşekî zor ji palawgeha Bêcî ji aliyê terorîstên DAIŞ ve, artêşa Êraqê ji bo ku bikare zûtirîn dem palawgehê kontrol bike bi pêşkeftirîn çek êrişî DAIŞ dikin.

Jêderekê serbazî li wezareta berevanî ya Êraqê ji PUKmedia`yê re ragihand: Li gor zanyariyan terorîstên DAIŞ beşa herî zor ji palawgeha Bêcî kontrol kiriye û niha nêzîkî 150 ta 200 serbazên Êraqî li beşa kontrola serekî ya palawgehê de mane û xwe diparêzin.

Got jî: Li gor fermanas wezîrê berevaniyê hatiye daxwaz kirin ku bi pêşkeftirîn çekên artêşê ji bo kontrolkirina palawgehê bikar bînin.

Jêderê diyar jî kir ku: ji ber vê yekê tangên herî nû yên Emerîkî cura (Abramz) û zêdetir li çar curên moşekên nû ji bo bombardumanê û êrişkirina ser baregehên DAIŞ tên bikaranîn û şer bi dijwarî li başûrê palawgehê berdewame.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket