“Hêvîdarin pêwendiya mîdya û keltor li gel Êranê bighêje astekî baştir”

kurdistani 04:42 PM - 2015-05-06
“ Hêvîdarin pêwendiya mîdya û keltor li gel Êranê bighêje astekî baştir”

“ Hêvîdarin pêwendiya mîdya û keltor li gel Êranê bighêje astekî baştir”

Nûnerê ferhengî yê komara îslamî ya Êranê li bajarê Silêmaniyê serdana baregeha sendîkeya rojnamevanên Kurdistaê şaxê Silêmaniyê kir û ji aliyê sekreterê şaxê Silêmaniyê ya sendîkeyê Karwan Enwer ve hate pêşwazî kirinê.

Di hevdîtinê de nûnerê ferhengî yê komara îslamî ya Êranê li bajarê Silêmaniyê Seyid Murteza Ehmedî amaje bi pêwendiya kevin ya ferhengî , aborî , olî û siyasî di navbera Êran û Êraq û Kurdistanê de kir. Her weha bal kişand ser pesendkirina yasaya rojnamevaniyê li Êranê ku çawa bûye egera rêxistinkirina karûbarê rojnamevaiyê.

Seyid Murteza got: Ez hêvîdarim weku nûnerê ferhengî bikarim pêwendiya navbera we li gel rojnamebvanên welatê xwe de dirust bikim.

Piştre jî sekreterê şaxê Silêmaniyê yê sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer amaje bi dîroka pêwendiyên baş a navbera komara îslamî û Herêma Kurdistanê de kir û got. Dîrokê ew yek selmandiye ku hertim Êran piştevaniya gelê Kurd kiriye û alîkariyên mirovî yên Êranê ji bo gelê Kurd di serdema hukmê zalim yê Basê tu carî ji mêjiyê xelkê Herêma Kurdistanê nayê sîlkirinê.

Karwan Enwer got: Em vê pêwendiya du alî bi xalekî werçerxan dibînin, piştî ruxana  hikûmeta Sedam û dirustbûna hikûmeta nû li Kurdistana Êraqê, 1200 mîdyayên bihîstî, dîtî û xwendî mijûlê çalakiyê ne û ji wan 1200`an jê 800 belavkerê kaxezî ne û 400 jî dîtî û bihîstî hene. Hemû jî bi molet û çavdêriya sendîkeya me belav dibin.

Li dawiya hevîdtinê jî logoya şaxê Silêmaniyê ya sendîkeya rojnamevanan bi nûnerê ferhengî yê komara îslamî ya Êranê hate bexşîn.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket