Mehmûd Berxwedan; Ji % 95 axa Kobanê hatiye rizgarkirin

kurdistani 12:19 PM - 2015-05-05
 Berxwedan; Ji % 95 axa Kobanê hatiye rizgarkirin

Berxwedan; Ji % 95 axa Kobanê hatiye rizgarkirin

Serleşkerê giştî yê YPG`ê li Kobanê dibêje; Ji % 95 axa Kobanê hatiye rizgarkirin û pakkirin.

Serleşkerê hêzên Yekîneyên Parastina Gel li kantona Kobanê ragihand ku ji % 95 axa kantona Kobanê ji terorîstan hatiye pakkirin û rizgar kirin.
Serleşkerê giştî yê hêzên Yekîneyên Parastina Gel li Kantona Kobanê Mehmûd Berxwedan ji radyoya Dengê Emerîkayê re ragihand ku berxwedana Kobanê heya niha jî li dijî terorîstên DAIŞê berdewam e û hêzên me heya niha dikarîn ji % 95 axa Kobanê ji destên terorîstan pak bikin.
Berxwedan di berdewamiya axiftina xwe ji dengê Emerîkayê re got; di rizgarkirina axa Kobanê de, rola pêşmerge û hêzên hevpeyamn yên navnetewî pir hebe û bi piştîvaniya wan hêzan me dikarî ziyaneke mezin li terorîstên DAIŞê bidin û kuştî û ziyanên madî jî pir li wan da.

Berxwedan da zanîn ku lêdan û êrişên firokeyên hêzên hevpeymanan ti ziyan negandin bi xelkê sivîl û tenê li dijî wargeh û cihên terorîstên DAIŞê bûn û ew kes û aliyên dibêjin ku firokeyan ziyan dane bi xelkê sivîl ne raste û ti carî wiha nebû ye û ew propagandeyên bê wate ne.

Serleşkerê hêzên YPG`ê li Kobanê ji dengê Emerîkayê r e aşkire kir ku serkeftina mezin û yekcarî  ku tevahiya navçe û gundên xwe rizgar bikin nêzîk bû ye û em bostek ji axa Kurdistanê bi dest neyar û aliyên din de bernadin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket