Dr. Berhem Sailh digel balyozê Birîtanya li ser nehîştina DAIŞê gotûbêj kir

kurdistani 04:57 PM - 2015-05-04
 Dr. Berhem Sailh digel balyozê Birîtanya li ser nehîştina DAIŞê gotûbêj kir

Dr. Berhem Sailh digel balyozê Birîtanya li ser nehîştina DAIŞê gotûbêj kir

Li Hewlêrê, Dr. Berhem Sailh digel balyozê Birîtanya li ser lêdana DAIŞê gotûbêj kir.

Îro roja duşemê, Dr. Berhem Sailh li bajarê Hewlêrê, digel Balyozê Birîtaniya ya li Êraqê  Firenk Bîkir û konsilê giştî yê Birêtaniya li Hewlêrê Anksî Mîkî, li ser rewşa li Herêma Kurdistanê û Êraq û navçeyê bi giştî gotûbêj kir.

Di wê hevdîtinê de, li ser pêşketin û buyer û erkên lêdana DAIŞê ji aliyê pêşmergê Kurdistan û hêzên ewlehiya Êraqê û hêzên hevpeymanên navnetewî bi awayekî berfereh hat şirove kirin.

Ji aliyê xwe ve Dr. Berhem Salih spasiya hemû alî û welatên ku beşdarî şerê li dijî rêxistina  terorîsta  DAIŞê bûne kir. Her derbarê ew alîkarî û hevkariya ku aliyên navnetewî digel pêşmerge û Herêma Kurdistanê kirine gelek bi girîng û mezin nirxand.

Di dawiyê de, herdu ali8yan li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêk û kêşeyên ku di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Êraqê de mane dupatkirin û ew rêk wê di xizmeta hemû aliyan de be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket