Li Qamişlo 4 dibîstan bi Kurdî hatin vekirin

kurdistani 12:16 PM - 2015-05-04
Li Qamişlo 4 dibîstan bi Kurdî hatin vekirin

Li Qamişlo 4 dibîstan bi Kurdî hatin vekirin

Dibistanên ku ji bo zarokên di navbera 3 û 6 saliyê de hatine vekirin, dibin navendên perwerdekirina nifşê nû. Ji hemû pêkhateyên herêmê gelek malbat zarokên xwe tînin van navendan û dixwazin bêne perwerdekirin.

Wexfa Jina Azad a Rojava ku navenda wê li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ye, 4 meh beriya niha bi armanca perwerdekirina zarokên ku temenê wan di navbera 3 û 6 saliyê de ye, dest bi projeya vekirina dibistanan kir. Di çarçoveya projeyê de heta niha li bajarê Qamişlo 4 dibistan hatine vekirin.

Li dibistanên bi navê Dibistana Zarokan a ARÎ ku heta niha 4 şaxên wê hatine vekirin, zarok fêrî xwendin û nivîsandinê tên kirin. Her wiha zimanên kurdî, erebî û ingilîzî jî tên fêrkirin û pêdiviyên din ên ji bo zarokan ên jiyana rojane tên dayîn.


Li van dibistanan zarokên ku bandora şer û pevçûnan li ser heye têne perwerdekirin û hewl tê dayîn ku ji vê deruniyê bêne derxistin. Her wiha li ser mijara ka dê malbat çawa nêzî zarokan bibin jî hefteyê carekê perwerde tê dayîn. Dîsa mehê carekê ji bo malbatên zarokan civîn tên çêkirn, kêmahiyên zarokên ji malbatê re tên ragihandin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket