Encamnameya konferansa Kobanê hat ragihandin

kurdistani 09:01 AM - 2015-05-04
Encamnameya konferansa Kobanê hat ragihandin

Encamnameya konferansa Kobanê hat ragihandin

Konferansa Jinûve Avakirina Kobanê ya ku du rojin li Amedê bi tevlîbûna gelek delegeyan pêk dihat bi dawî bû û encama nameya konferansê hate ragihandin.

Biryarên di konferansê de hatin girtin wiha ne:

-  Konferans hemû şehîdên vê berxwedanê bi rêzdarî bi bîr tîne û wan wekî 'Şehîdên Parastina Nirxên Mirovahiyê' bi nav dike. Di kesayeta Şehîd Arîn Mîrkan de konferans, berxwedana jinên kurd û hemû şervanên azadiyê silav dike.

-  Beşdarên konferansê spasiya hêzên demokratîk û kesayetên xwedî wijdan ên ku di dema berxwedana dîrokî de piştgirî dane Kobanê dike.

-  Berxwedana Kobanê hesta neteweyî ya gelê kurd mezin kir û her wiha hêviya şoreşa gelan di dilê ciwan, jin û hemû bindestan de ji nû ve şîn kir.

-Konferansa gihişt baweriya hevbeş ku bajarê Kobanê li ser xeta demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ji nû bê avakirin.

-Konferans gihişt wê biryarê ku xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bi tevlibûna hemû beşdarên vê civînê bên meşandin û ev xebat di bin banê koordinasyonekê ji 15 kesan pêk tê bên organîzekirin.

- Pêwist e wargehên jiyanê yên demî wekî mal, xwarin, vexwarin û tenduristiyê bên amadekirin.

-Divê deriyê sînor ê ku di navbera Pirsûs û Kobanê de bi awayekî fermî bê vekirin. Konferans bang li rêveberiya Tirkiyeyê dike ku deriyê sînor ê Murşîdpinarê wekî deriyekê sivîl bê vekirin û ev derî weke korîdoreke piştgiriyê di bin ewlehiya saziyên navneteweyî de ji hatin û çûna re vekirî bimîne.

- Divê hêzên navneteweyî û sazî û dezgehên civakî yên cîhanî dikin ku ji bo ev dorpêça li ser Kobanê bê rakirin xebatên diplomatîk û siyasî bimeşînin.

-Konferans bang li jin û ciwanên kurd ên koçber bûne dike ku vegerin Kobanê û di avakirina bajar de roleke aktîf bilîzin.
- Ji bo avakirina Kobanê di qada navneteweyî de jî konferansekê pêk bîne.
-Beşeke bajar bibe muzeya berxwedana mirovahiyê.

Konferans, bang li hemû kurdistaniyên ku li hemû deverên cîhanê dijîn, bi giyana parastina Kobanê tevli pêvajoya avakirina Kobanê bibin. Bi vê baweriyê em ê bajarekî ku ji bo hemû şaristaniyan mînak ,ava bikin.

Roja 2`yê gulanê 2015 li bajarê Amedê ya bakûrê Kurdistanê konferansa jinûve avakirina Kobanê bi amadebûna nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê û şandeka parlemana Kurdistanê destpê kir piştî 2 rojan konferansa bi standina çend biryarên giring bidawî bû.

PUKmedia/DIHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket