Kobanê: Mayînek teqiya û 2 zarok birîndar bûne

kurdistani 11:21 AM - 2015-05-03
Kobanê: Mayînek teqiya û 2 zarok birîndar bûne

Kobanê: Mayînek teqiya û 2 zarok birîndar bûne

Li taxa Miştenûr a Kobanê îro 3/5/2015 danê sibehê mayînek ku berê terorîstên DAIŞ`ê bi cih kiribû teqiya û di encamê de 2 zarok bi giranî birîndar bûn.

Li gor nûçeya ajansa Hawarnewsê her 2 zarokên bi navê Elî Cuma temen 5 salî û Mihemed Cûma 15 salî bi giranî birîndar bûne û ji ber giraniya birînên wan ew ji nexweşxaneya kobanê rakirine nexweşxaneyên Bakûrê Kurdistanê.

Heya niha di encama teqîna bombeyên çandî ên DAIŞ`ê li herêma kobanê zêdeyî 38 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan jî birîndar bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket