Buldan: Li Îmraliyê mase heye

kurdistani 10:59 AM - 2015-05-03
Buldan: Li Îmraliyê mase heye

Buldan: Li Îmraliyê mase heye

Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan asta ku pêvajoya diyalogê gihîştiyê nirxand û banga cidiyetê li hikûmeta AKP’ê û serokomarê tirk Erdogan kir.

Li ser gotina serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ku gotibû “mase tuneye”, Buldan anî ziman ku li Îmraliyê maseyek heye û li aliyekê maseyê Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û li aliyekê heyet û li aliyekê din jî temsîlên dewletê rûdinên.

Buldan wiha axivî: “Em dixwazin ji Serokomar bipirsin di wê maseyê de destpêkê Musteşarê Ewlehiya Giştî Muhammed Dervîşoglu rûdinê ger ku ew dewletê temsîl neke, çi temsîl dike?”.

Buldan anî ziman ku maseya li Îmraliyê ye gelek berfireh e û wiha pê de çû: “Divê li ser maseya muzakerayê ji bilî heyetê û rayedarên dewletê heyeta şopandinê jî cihê xwe bigire.”

Li dawiya axaftina xwe de buldan got: “Divê êdî ev pêvajo ji pêvajoya hevdîtinê derê û bibe ya muzakereyê. Piştî daxuyaniya ku me da em li bendê ne ku hikûmet gavek biavêje.”

PUKmedia/JINHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket