YPG; Li Kobanê û Cizîrê çeteyên DAIŞê têk diçin û 2 gund jî hatin pakkirin

kurdistani 08:35 PM - 2015-05-02
YPG; Li Kobanê û Cizîrê çeteyên DAIŞê têk diçin û 2 GUND Jî HATIN RIZGAR KIRIN

YPG; Li Kobanê û Cizîrê çeteyên DAIŞê têk diçin û 2 GUND Jî HATIN RIZGAR KIRIN

Li gor Navenda Ragihadina YPG`ê ku di 2 Gulan 2015 daxuyaniyek daye weşandin de, têde dibêje ku li Cizîrê Piranî êrîşên Çeteyan ya roja derbasbuyî hatiye şikandin û li Kobanê berxwedanek ket roja 229.

Naveroka daxuyaniya Navenda Ragihadina YPG`ê bi vê rengî li xwerê ye...

Ji Çapemenû û Rayagiştî re!
1. Berxwedana Kobanê ya ku li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ'ê tên meşandin roja 229'emîn de berdewam dike.

 Çeteyên DAIŞ'ê doh di seatên êvarê de li hember çeperên hêzên me ya li başûrê Kobanê hîn êrîş lidarxistin. Êrîşên çeteyan a li hember gundên Elganê, Sepeta Ereban û Zerik ên ku cûda cûda hat li pêşxistin ji aliye hêzên me ve hat şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên di van pevçunan de nehatiye zelal kirin.

2. Pevçunên navbera hêzên me û komên çeteyan de ya ku li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê tên jiyîn berdewam dike.

Zedetirê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya ku roja derbasbûyî di navbera Til Temir û Hasekê dabûn destpêkirin hatiye şikandin. Şevê din hêzên me di çeteyên ku di van êrîşan de ketibûn gundê Til Dimşîd û Seyyad kirin hedef. Di encama vê operasyona hêzên me de çeteyan ji gund derxistin û li qadê serweriya xwe dubare dan çekirin. Hejmara kuştî û birîndarên di vê operasyone de çebûne nehatiye zelalkirin. Xebata lêgerîna hêzên me ya li van qadan de berdewam dike.

Têbînî; Ev daxuyanî ji malpera YPGrojav hatiye girtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket