Heyder Şeşo: Wezareta pêşmerge bersiv neda

kurdistani 10:52 AM - 2015-04-26
Heyder Şeşo: Wezareta pêşmerge bersiv neda

Heyder Şeşo: Wezareta pêşmerge bersiv neda

Piştî ku Heyder Şeşo bi serdanekê gihêşte Almanya ji bo encamdana çendîn dîdar li gel çalakvanên revenda Êzîdî bi mebesta bidestxistina piştevaniyê ji bo xelkê Şengalê. Şeşo got: “Tişta me kir rêçareyeke bû ji bo parastina xwe, weku ku em di dirêjahiya dîrokê de me xwe li hemberî zulmê xwe girt ji bo vê jî yan emê şehîd bibin yan jî ji bo parastina li Şengala Kurdistanî û ala Kurdistanê û ala Êzîdxaneya muqdes emê li ber xwe bidin.”

Di çavpêkeftineke taybet li gel PUKmedia`yê, Heyder Şeşo behsa wê yekê kir ku ew li Şengalê weku Êzîdî kar ji bo Êzîdiyan kiriye û Hêza Parastina Şengalê ji %50 ji wan pêk hatiye ku heya 3/8/2014 ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê bûne. Şeşo diyar kir ku wî ji berpirsekî PDK`ê re gotiye eger ez wezîrê we bûma jî piştî 8/3 minê dev ji wezîrtiyê berdaba.

Li barê çûna ser bi wezareta pêşmerge jî, Heyder Şeşo got: Pêştir me daxwaz kiribû ku hêzên Parastina Şengalê bixin ser bi wezareta pêşmerge lê belê wezareta pêşmerge bersiva me neda. Ez niha kêfxweşim li biryarekî bi wî awayî ku HPŞ biçe ser bi wezaretê. Em dev ji hêzên Parastina Şengalê HPŞ bernadin. Li gor biryarê HPŞ dibe beşek ji hêzên wezareta pêşmerge, çûnkî Şengal beşekî zindî ya axa Kurdistanê û em xwe ji bo wê dikin qurban.

Heyder Şeşo ji PUKmedia`yê re got: “Me Hêza Parastina Şengalê di demekê de ava kir, ku hêzên dinê hebûn û em bicî hêştin û ew bû sedema karesatê û malwêranî û dîlgirtina hezaran jin û zarok û xelkê sivîl yê Êzîdiyan. Ji wê demê ve em li hemberî hêzên tarîk rawestiyan û me navçeya xwe bi xwîna xwe parast. Divê hemû alî jî bizanin ku çawa Êzîdî bi tenê hatin hêştin û ew hêzên ku hevkariya me dikirin jî rê dihatin asteng kirin daku alîkarî neghê destê me.”

Şeşo got: “Başe DAIŞ me bikujî û kes me nebarêzê, bi hezaran kesên me li çiya bin, bi hezara ketibin ber destê DAIŞ, divê em çi bikin...!! tişta me kir rêçareyeke bû ji bo parastina xwe, weku ku em di dirêjahiya dîrokê de me xwe li hemberî zulmê xwe girt ji bo vê jî yan emê şehîd bibin yan jî ji bo parastina li Şengala Kurdistanî û ala Kurdistanê û ala Êzîdxaneya muqdes emê li ber xwe bidin.”

Di beşek din ya hevdîtina xwe de hin rastiyên dinê jî aşkira kir, Heyder Şeşo got: “Rastiyek heye ez hez dikim behsa wê bikim, kak Mesrur Barzanî bi xwe ji min re got ku wan 4800 kesên Êzîdî ji xelkê Şengalê qebûl kirine...!!, ji min re got ku eger tu razî bê bi navê hêza pêşmerge tu bibe berpirsê wan lê ne weku Hêza Parastinaa Şengalê, bi wate ew hêz ser bi wane. Min jî got ezê memnun bim ku li Şengalê hêzekî weha ji Êzîdiyan bête avakirinê û ser bi wezareta pêşmerge be. Neku ez bibim berpirs ez şanazî bi wê yekê dikim ku pêşmergeyek bim.”

Şeşo weha berdewam kir: “Kak Mesrur Barzanî gote min ‘Di navbera me û tede boşayiyek heye..!!!’ min jî jêre got ku dibê em azad bin em her yek li ser partiya xwe ye. Ez e3ndamê encûmena navendî ya Yekîtiyaa niştimanî ya Kurdistanê YNK`ê me, eger ez YNK`ê jî nebim, ez nabim bi Partî (PDK`ê)..!!, kak Mesrur got, ‘wateya vê çî ye?’ min gotê, ‘eger ez li ser lîsta we wezîrek jî bûma piştî 3/8/2014 min dev ji wezîrtiyê berda, çûnkî ew hêzên we rola xwe nelîstin û bûne sedemekî aşkira bi wê karesata ku hate serê Êzîdiyan..  erê ez endamê encûmena Yekîtî me lê ez niha weku endamekî Şengalê kar dikim, dema me biryara avakirina Hêza Parastina Şengalê jî da ji bo parastina li xelkê sivîl ên Êzîdiyên Şengalê bû. Li Şengalê min ji hevalên xwe re jî gotiye ku ez karê encûmenê li Şengalê nakim ez weku Êzîdiyekî kar dikim ji bo Kurd û Kurdistanê.sedema wê yekê jî ew bû ku eger em weku partiyekî diyar kirî kar bikre dibe ku me nekarîba ew serkeftin bi dest bixistana. Xelkê navçeya Şengalê dizanin ku piştî 3/8 me çi rolek li gel hindek aliyên dinê lîst.”

Heyder Şeşo got: “Bêgoman Êzîdî bi bê cudahî ketine ber êrişa komkujiyê û zulmê û destgîrkirinê, ji bo vê jî divyabû em bi hevre karekî weha ji bo avakirina hêzekê weha bikin. Min ji kak Mesrur re got ku ji bo zanyariya we, piştî 3/8 ewên tevlî hêza Parastina Şengalê bûn ji %50 pêştir Partî (PDK) bûne, %20 Yekîtî (YNK) bûn û %30 jî bê alî bûne. Eve jî rastiyeke ku PDK ne dihêşt ku alîkarî bighê me. Hêvîdarim Partî rastiya wê hêzê bizane.”

Li ser girtina xwe ji aliyê asayîşa Partî ve jî Heyder Şeşo got: “Ez kadirekî Yekîtî me pêwîste li gor wê reftar li gel min bikrane. Bi dîtina min wan karekî xirap kirin û ji bo wean baş nebû, çûnkî eger nîgeraniya wan hebû gelek rêyên din hebûn dikarîn bikrane, bi taybetî jî nedibû pirensîpên hevpeymaniyê têde bişkînin, çûnkî ez endamekî encûmena navendî ya YNK me,hêza me jî hêzekî hizbî nebû.”

Li dawiya axaftina xwe de Heder Şeşo teqez li wê yekê jî kir û got: “Me li Şengalê parastina Êzîdiyan kiriye û me şerê DAIŞ kiriye û me liberxwe daye û em metirsî li ser asayîşa netewî nebûne.”

PUKmedia/Şihab Osman – Almanya
Wergêr: Xoşnav Hisên

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket