2 xwendekarên kurd li ser asta Êranê bûne yekem

kurdistani 12:11 PM - 2015-04-19
2 xwendekarên kurd li ser asta Êranê bûne yekem

2 xwendekarên kurd li ser asta Êranê bûne yekem

Du xwenekarên Kurd li bajarên Kamyaran û Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, li ezmûna doktorî ya sala 2015`an, pileya yekem li Êranê qezenc kirin.

Li gor raporta ajansa Kurdpa, Enwer Moradî xwendekarê Kurd li gundê Xamsan ê ser bi kamyarana rojhilatê Kurdistanê li beşa erdnasî (cuxrafiya) pileya yekem a doktorî bi dest xistiye.

Ew xwendekarê Kurd li rîşe ya Jiomorfolojî (erdnasî)-Hîdrû jiomorfolojî (avnasiya erdê ) li zanîngeha Tehrana Êranê, bawernameya master wergirtibû.

Ji aliyekî dinê ve malpera xwendekaran belav kiriye ku “Arizû Yarî” mamostaya zanînghê, li Îmtîhana PHD a rîşeya bijîşkî, pileya yekem a welatê Êranê qezenc kir.

Arizû Yarî li rûniştiya Dîzec a ser bi Mirgevera bajarê Urmiyê ye.

Siniv (ezmûn) a evsal a doktorî li welatê Êranê, li 7 girûpên zanstên însanî, endaziyarî, zanstên bingehîn, werzêrî, ajalnasî, huner û zimanên bîyanî, meha sibata borî bi rê ve çû.

Di wê dewreya ezmûna doktorî de; 201 hezar û 227 kesan hate kirin.

PUKmedia/Kurdpa

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket