Tîmeke mînhilgirtinê ya Birêtanî gihîşt Kobanê

kurdistani 07:49 PM - 2015-04-14
Tîmeke mînhilgirtinê ya Birêtanî gihîşt Kobanê

Tîmeke mînhilgirtinê ya Birêtanî gihîşt Kobanê

Tîmeke mînhilgirtinê (MAG ) ya Birêtanî, ji bo nehîştina bombe û mayînan gihîşt kantona Kobanê.

Şandeyeke taybet ji bo rakirina mîn û mayînan (MAG ) , ji Birêtanyayê gihîşte Kobanê û ji aliyê wezîrê berevaniya kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen ve hat pêşwazî kirin..

Li gorî agahiyê ku hatine bidestxistin ku ew şandeya Birêtanî (MAG ) ya di karûbarên nehîştin û rakirin û pûçkirina mîn û bombeyan de dixebite, gelek provêsnalin û wê bi wezareta berevaniya Kobanê re, mil bi mil dest bi kar bikin tako bajr û bajarok û gundên kantona Kobanê ji mîn û bombeyên terorîstên DAIŞê pak bikin.

Hêjayî  gotinê ye ku nêzîkî dal û nîvekê ye li kantona Kobanê şer û pevçûn bi dijwarî di navbera hêzên YPG-YPJ`ê û terorîstên DAIŞê  de berdewam e û di encamê de, terorîstên DAIŞê hejmareke mezin mîn û bombe çendine û di heyama vegerîna xelkê Kobanê bo dever û gundên xwe jiyana xwe ji dest dane û şehîdbûne.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket