Yekemîn Peymangeha Zanist û Perwerdehiyê li Cizîrê hat vekirin

kurdistani 09:03 AM - 2015-04-13
Yekemîn peymangeha Zanist û Perwerdehiyê li Kantona Cizîrê hat vekirin

Yekemîn peymangeha Zanist û Perwerdehiyê li Kantona Cizîrê hat vekirin

Li bajarê Dêrîkê ya ser bi kantona Cezîrê,  yekemîn Peymangeha Zanist û Perwerdeyê ji aliyê Desteya Perwerdehiyê û Hîndekariyê ya Kantona Cizîrê ve hate vekirin.

Bi armanca bilindkirina asta hîndekariya şagirt û mamosteyan li Kantona Cizîrê Desteya Perwerdehiyê û Hîndekariyê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP)  û Yekîtiya Mamosteyan bi merasîmekê yekemîn Peymangeha Zanist û Perwerdeyê li Kantona Cizîrê vekir.

Di merasîmê de Serokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Kantona Cizîrê Mihemed Salih axivî û vekirina peymangehê li hemû şagirt û mamosteyên Kantona Cizîrê pîroz kir.

Berpirsyarê peymangehê Hamid Derwîş diyar kir ku peymangeha zanista perwerdehiyê ya bajarê Dêrikê dê şagirt û mamosteyan 6 mehan bi zimanên “Kurdî, erebî, suryanî û îngilîzî” perwerde bike.

Her wiha dê waneyê dîroka herêmê, zanista hawîrdorê, kompyuter, çand û exleq, mûzîk, bîrkarî û perwerdekirina zarokan bide.

Şawîş destnîşan kir ku perwede dê di van 6 mehan de ji aliyê pisporan ve bêne dayîn û kesên ji ezmûnên vê perwerdeyê derbas bikin dê bi awayekî fermî di dibistanên herêmê de perwerdeyan bidin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket