DAIŞ li Mûsilê kelha Baştabya teqand

kurdistani 04:25 PM - 2015-04-08
DAIŞ li Mûsilê kelha Baştabya teqand

DAIŞ li Mûsilê kelha Baştabya teqand

Wezareta geştiyarî û şûnwaran ragihand ku rêxistina terorê DAIŞ roja sêşemê li bajarê Mûsilê kelha Baştabya ya dîrokî teqand.

Kelha Baştabya yek ji kelehên kevnar a Mûsilê di sedsala diwazdemîn de ji aliyê Atabegan ve hate avakirin.

Wezareta geştiyarî û şûnwaran bi beyannameyeke ku PUKmedia wêneyek jê bi dest da xuya kirin ku; Rêxistina terorê DAIŞ bi armanckirina Kelha kevnar a Baştabya careke din diyar kir ku ew rêxistineke tewanbar û hove û armanca wan bi tenê ewe talan û wêrankirina hemû bermahiyên şaristaniyê ye.

Wezaretê da xuya kirin ku ew bi tenê dê vê yekê û ev kiryara hov şermezar nekin, lê dê heya ji wan bê hewlbidin ev terorîstên serî li van kiryarên hov dane bêne ceza kirin û li dadgehan bêne darzandin.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket