Girtiyên ku li Îmraliyê man, jiyana li Îmraliyê vegotin

kurdistani 10:26 AM - 2015-04-03
Girtiyên ku li Îmraliyê man, jiyana li Îmraliyê vegotin

Girtiyên ku li Îmraliyê man, jiyana li Îmraliyê vegotin

Têkildarî jiyana Ocalan a 16 sal in li Îmraliyê di bin tecrîd û îzolasyoneke dijwar de tê girtin gelek agahî hene. Girtiyên ku li Îmraliyê man, jiyana li Îmraliyê vegotin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û ji wê salê heta niha li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ji ber vê yekê Girtîgeha Îmraliyê hem ji bo gelê kurd, hem ji bo gelê tirk û hemû cîhanê bû cihekî gelek bi meraq.
Ocalan 16 sal in li Îmraliyê tê girtin û di vê demê de ji bo pêşeroja demokratîk, azadî û wekheviya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn lêhurbûneke pir mezin pêk anî, bi paradîgmaya çareseriyê di heman demê de Girava Îmraliyê bû navnîşana aştî, çareserî û demokrasiyê.
Girtiyên bi navê Cumalî Karsu, Bayram Kaymaz, Hakki Alphan, Haspî Aydemîr û Şeyhmuz Poyraz ên di sala 2009’an de sewqî Girava Îmraliyê ya bi rejîmeke înfazê ya taybet tê rêvebirin û di heman demê de jiyana Ocalan a 16 salan a li wir derbas bûn dîtin piştî sewqî girtîgehên Tîpa F ên Tekîrdag û Kandirayê hatin kirin ji parêzeran re vegotin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ebru Gunay hevdîtina bi girtiyan re kirî ji DÎHA’yê re vegot.

TENÊ ASÎMAN XUYA DIKE
Ocalan û 5 girtiyên din li girtîgehê di hucreyên 12 metrekareyan de yên deriyê wan ji heman korîdorê re tên vekirin hatin girtin. Di hucreyên girtiyan de doşek, maseyekî biçûk, sarincekî biçûk, serşo û destşo hene û qada girtî lê dijîn 4 metrekareyan pêk tê. Girtî rojê 2 caran saetê di caran bi tena serê xwe derdiketin hewşê. Girtî tenê asîman dibînin û heke bên teyrên biyanî tên dîtin. Girtî 24 saetan bi kamerayan tên şopandin. Girtiyan heta niha ne odeyên hev û ne jî odeya Ocalan nedîtine.
Jiyana rojane ya girtiyan ji bilî xwarin û hewşê piranî bi xwendin, nivîsandin û şopandina TV’an re derbas dibû. Girtiyan diyar kir ku Ocalan roj gelek rêxistin dikir û serê sibê seat di 5.30-6.00’an de hişyar dibû ew bi xwe jî saet di 6.30’an de hişyar dibin.

HATINA CEM HEV
Girtî hefteyê 3 seat sohbet û 3 seatan jî di sporê de dihatin cem hev. Girtiyên din jî bi Ocalan re di van deman de dihatin cem hev. Hevdîtina girtiyên sewqî Îmraliyê hatin kirin a bi Ocalan re piştî 15 roj şûnde pêk anîn. Piştî girtî sewqî giravê hatin kirin ewil zextên du kes tenê bi hev re derbikevin spor û atîvîteyên din pêk anîn lê ji ber girtiyan ev yek qebûl nekirin aktîvîteyên spor û yên din pêk hatin. Sohbet li odeya di nav girtîgehê de hatî sazkirin pêk dihat. Ocalan û girtî li odeyê li dora maseyekê dihatin cem hev û sohbet dikirin.

MASEYA GIROVER
Li ser maseya girover Ocalan û 5 girtiyên din li ser geşedanên rojane nîqaşkirin, rojnamexwendin, nûçetemaşekirin, bernameyên nîqaşan ên temaşekirin û agahiyên xwendin û lêkolînkirinê dihatin parvekirin. Ev sohbet hefteyê 3 saetan pêk bên jî li ser rojeva welat nîqaşên girîng dihatin kirin. Di sohbetên salên ewil de ji ber di odeya Ocalan de televîzyon tune bû girtiyên din geşedanên têkildarî welat û cîhanê dişopandin ji Ocalan re radigihandin.

BÎRANÎNA DÎROKÎ
Sohbet carnan dibin şahidê demên dîrokî. Yek ji demên ku girtî herî zêde bi bandor bûne jî sohbeta roja ku li Parîsê 3 jinên kurd hatin qetilkirin bi Ocalan re parve kirine ye. Ji girtiyan Cumalî Karsu ji parêzer Ebru Gunay re dibêje ku yekem car Ocalan evqas bi hestewarî dîtiye. Girtiyan diyar kir ku dema ku wan bûyer bihîstiye pir xemgîn bûne lê rewşa Ocalan pir cuda bûye. Wê rojê Ocalan dema ku diaxive ji nişka ve disekine û ji wan re gotina “Hevalno em bo bîranîna wan rêz bigirin” bi kar tîne û ji bo Sakîne, Leyla, Fîdan li odeyeke Îmraliyê 6 kesên di nav de Ocalan jî heye bîranîna dîrokî pêk tê.

HILBERÎNA FIKRÎ
Girtîgeha Îmraliyê di heman demê de di nava 16 salan de dibe şahidê hilberîna teorîk, pratîk û lêkolîna Rêberê PKK’ê. Ocalan bi pirtûkên ku ji bo hûrbûnê xwend ve di heman demê de pirtûkxaneyeke mezin û dîrokî jî diyarî girtîgehê kir. Pirtûkên ku Ocalan xwest an bi rêya malbatan an jî bi rêya parêzeran birin Îmraliyê. Ji bo girtiyên din jî ev yek pêk hat. Niha li giravê ji 3 hezarî zêdetir pirtûk û nêzî 4 hezar jî kovar hene. Ev pirtûk ne li odeya girtiyan in lê pirtûkên ku tên ji lîsteyê dikarin hilbijêrin û bixwazin. Di pirtûkxaneyê de ji pirsgirêka jinan heta aboriyê, ji ekolojiyê heta dîrokê ji wêjeyê heta cografyayê kovar tijî ne. Pirtûkên li girtîgehê carnan bi awayekî kolektîf tê lêkolînkirin. Ji ber ku di salên dawî de ji çavên Ocalan hesir tên û zehmetiyê dikişînin lê ji bo ku ji agahiyan qût nebe xwe dide zorê, li ser vê yekê girtiyên din ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin xebateke kolektîf dimeşînin. Girtî hin pirtûkên ku Ocalan dixwaze lêkolîn bike ew lêkolîn dikin û bi Ocalan re parve dikin.
Rojname jî hefteyê careke bi awayekî komî tên girtîgehê. Ocalan û girtiyên din hemû rojnameyên neteweyî dişopînin. Rojnameya Ozgur Gundemê jî diçe Îmraliyê lê ev rojname ji 20 rojan careke bi komî tên dayîn.
Ocalan û 5 girtî di hefteyê de 3 saetan ji bo sporê tên cem hev û ev qad jî qadeke girtî ye. Li qada sporê cihê basketbol û voleybolê heye. Spor ewil bi basketê dest pê dike û piştre bi voleybolê berdewam dike. Carnan jî piştê musabaqayê, çawa derbas bûye nirxandina vê yekê tê kirin. Dîsa di navbera bêhnvedanê de û dema ku dimîne de pêşketinên siyasî yên rojane tên parvekirin û li ser vê nîqaş tên kirin.
Parêzer Ebru Gunay li ser vegotinên girtiyan der barê rewîra girtîgehê û kontrolên tenduristiyê yên Ocalan û 5 girtiyên din de jî agahiyan dide. Gunay got ku li girtîgehê tenê revirek heye û ji bilî vê girtî sewqî nexweşxaneyeke din nayên kirin. Gunay dibêje ku dema ku girtî pirsgirêkên tenduristiyê dijîn ji aliyê bijîşkê pratîsyen ê li revîrê tên muayanekerin û kontroleke tenduristiyê ya rêk û pêk tune ye. Gunay got ku ew ji 1999’an heta niha dixwazin heyeteke tenduristiyê ya serbixwe biçe Îmraliyê lê daxwaza wan tim hatiye redkirin.

PUKmedia-Azadiya Welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket