Balafirên hevpeymanê li Şengalê bi dehan ji çeteyên DAIŞ kuştin

kurdistani 11:50 AM - 2015-03-31
Balafirên hevpeymanê li Şengalê bi dehan ji çeteyên DAIŞ kuştin

Balafirên hevpeymanê li Şengalê bi dehan ji çeteyên DAIŞ kuştin

Balafirên hevpeymanê îro sêşemê dibehê li qeza Şengalê çeteyên DAIŞ bombarduman kirin û bi dehan ji terorîstan kuştin, her wiha hêzên pêşmerge ji aliyê xwe ve rê nedan çete laşên kuştiyên xwe ji qada şer birevînin.

Kargêrê malbanda YNK`ê ya Mûsilê Xiyas Sûrçî ji PUKmedia yê re ragihand: Îro ji demjimêrên sibehê ve balafirên hevpeymana navdewletî li Şengalê yek ji baregehên terorîstên DAIŞ ên nêzî çepereyên hêzên Pêşmerge ye, bombarduman kirin û di encam de bi dehan ji terorîstên DAIŞ kuştin, her wiha hêzên Pêşmerge piştî nêzî 2 demjimêran ji bombebarana balafiran ser bi çeteyên DAIŞ de, rê nedan terorîstan laşên kuştiyên xwe ji qada şer birevînin û diyar kir ku dengê nalîna birîndarên DAIŞ dihat hêzên pêşmerge.

Sûrçî her wiha da xuya kirin ku balafirên hevpeymanê di heman demê de li navarasta Şengalê,  karwaneke çeteyên DAIŞ a birîndaran vediguhesîne kirin armanc û di encam de 2 otomblê bi tev kesên di nav de rûxandin.

Sûrçî da xuya kirin ku hejmara kuştî û birîndarên DAIŞ nehate zanîn.

PUKmedia / Hozan Fatîh 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket