Kosret Resul: Tişta me bi dest xistiya bi keda pêşmerge ye

kurdistani 08:51 AM - 2015-03-30
Kosret Resul: Tişta me bi dest xistiya bi keda pêşmerge ye

Kosret Resul: Tişta me bi dest xistiya bi keda pêşmerge ye

Duh danê êvarê 29/3/2015, cîgirê fermandarê giştiyê hêzên çekdarên Herêma Kurdistanê Kosret Resul bi serdanekê gihêşte Kerkûkê û ji aliyê berpirsê hêzên 70 Şêx Cefer Şêx Mistefa ve hate pêşwazî kirin.

Di wê hevdîtinê de Kosret Resul ragihand ku: Tişta ku heya niha bi dest xistiya li ba her kesî ve aşkira ye ku bi ked û rihê fedayî ya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bûye û bi xwîna sedan zarokên vî welatî bûye, erkê me hemûyan ewe ku em van destkeftan biparêzin û xweşewîstiya nişiman û moralê pêşmerge bilind bikin.

Di dirêjahiya gotina xwe de cîgirê fermandarê giştiyê hêzên çekdar ê Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku bi dirêjahiya dîrokê, dijminên Kurdan çavê xwe her tim berdane saman û mal û jiyana xelkê Kurdistanê , divê em bergîrî û berxwedana xwe ranewestînin taku em bighên hemû mafên xwe.

Kosret Resul got: Em bi hêvî ne ku di pêşerojek nêzîk de ev rewşa dijwar a Herêma kurdistanê bê derbas kirinê û eve jî bibe serkeftinek mezin bo hêza pêşmergeyên Kurdistanê û bibe dîrokekî şikestin û binkeftina terorsîtan.

Ji aliyê xwe ve jî fermandarê hêzên 70 kêfxweşiya xwe û piştevaniya xwe nîşan da û got: Em serbilindin bi canfîdayiya hêzên pêşmerge û di wê baweriyê de ku emê Kurdistanê ji terorîstan pak bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket