Terorîstên DAIŞ ketin kemîna pêşmergan

kurdistani 11:54 AM - 2015-03-29
Terorîstên DAIŞ ketin kemîna pêşmergan

Terorîstên DAIŞ ketin kemîna pêşmergan

Îro 29/3/2015 danê sibehê hejmarek terorîstên DAIŞ li navenda baarê Şengalê dikevin kemîna hêzên pêşmerge û di encamê de hejmarek zor ji terorîstan hatin kuştin û laşê 6 terorîstan li şûna bûyerê man.

Jêderekê pêbawer li hêzên pêşmerge li Şengalê ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro danê sibehê hejmarek terorîstên DAIŞ li navenda bajarê Şengalê ku bi niyazbûn kiryarên terorîstî encam bidin û êrişî hêzên pêşmerge bikin, ketin kemîna hêzên pêşmerge û hejmarek terorîst hatin kuştin û birîndar bûn.

Jêderê got: li cihê bûyerê 6 termên terorsîtên DAIŞ bi şewiyî ketin destê hêzên pêşmerge. Her weha tu ziyan negihêştiye hêzên pêşmerge.

PUKmedia/Hozan Fatih

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket